15:49 18 Kanûn 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Qeterê dike

    © REUTERS/ Yiannis Kourtoglou
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11

    Hat ragihandin ku dê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu sibe (14ê Hezîran 2017) serdana Qeterê bike.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu got, ‘Heta mimkun be ez ê biçim Erebîstana Siûdî jî'. Çavuşoglu diyar kir, heger bername guncaw be ew dê biçe Erebîstana Siûdî û bi rayedarên wê derê re jî bicive.

    Wezîrê tirk herwiha destnîşan kir ku ev serdan li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tê kirin.

    Ha zanîn ku dê Çavuşoglu di serdana xwe ya Qeterê de, bi Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sanî re hevdîtinekê bike û piştre bi Emîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamad Al Sanî re were ba hev.

    Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinên serdana Qeterê de, Tirkiye li ser krîza welatên kendavê ku pêwendîyên xwe bi Qeterê re qut kirine were rawestîn û li ser çareserkirina vê krîzê gotûbêj werin kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Gorran: Em dixwazin peyama Barzanî were bicîkirin
    Wezîrê Dadê yê DYAyê: Îdiaya hevdîtinên nepen bi rayedarên Rûsî re derew e
    Ebadî: Em rêzê li daxwazên Kurdan digirin, lê ne dema wê ye
    ‘Parlamena Kurdistanê tê çalakkirin û wezîrên Gorranê vedigerin’
    Koreya Bakur xwendekarê Amerîkî yê girtî berda
    NY dê ji bo birêveçûna referandûmê alîkarîyê bide Kurdan
    Etîketan:
    Qeter, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de