06:37 19 Tebax 2017
Zindî
    Pervîn Buldan

    Pervîn Buldan piştî îfadeyê hat berdan

    © Foto: Yusuf Önal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2310

    Parlamentara Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Cihgira Serokê Koma HDPê li parlamenê Pervîn Buldan li Amedê li otela ku lê dima ji alîyê polîsan ve hat binçavkirin. Buldan piştî çend demjimêran ku li ser dozekê îfadeya wê hat standin hat berdan.

    Parlamentera Edenê ya HDPê Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ew digel Pervîn Buldan e û ew birine Dadwerîya Diyarbekirê.

    Beştaş di twîteke xwe ya din de jî got, 'Ew hîn li Dadwerîya Amedê disekinin. Karûbarên desteserkirinê berdewam dikin… Meclîs di bin çavan de ye.'

    Beştaş ku digel Pervîn Buldan bû di twîteke xwe ya din de got, 'Polîsan û biryara desteserkirinê ragihandin. Bi otomobîla min tevî polîsan em çûn avahîya dadwerîyê. Ji xwe derheqê wê de biryara desterkirinê derketibû."

    Beştaş piştre jî ragihand ku piştî wergirtina îfadeyê Pervîn Buldan hatiye berdan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Cebhet el-Şam êrîş kir: Metirsiya karesatê li ser êzidîyên Efrînê heye
    Li Reqayê şerê dijwar rû dide
    Komîsyona Referandumê bi karbidestên Herêma Kurdistanê re civiya
    Zvezda, dîmenên pergala parastina moşekên S-400î yên li Sûriyeyê weşand
    Li Çewlikê wesayîta leşkerî hat teqandin: Leşkerekî can da
    Koreya Başûr: Em dixwazin organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bi Koreya Bakur re pêk bînin.
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de