11:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Osman Baydemir: Dê me jî biavêjin zindanê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2312

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir sinyala girtina xwe da û got: "Dê me jî biavêjin zindanê."

    Parlamenterê Rihayê û Berdevkê HDPê Osman Baydemir bi telefonê beşdarî televîzyona Sterk Tv ku li Ewropayê weşanê dike bû û derbarê rojevê de daxuyanî da.

    Baydemir diyar kir ku Hevserokê HDPê Slehattin Demirtaş ku vîn a 6 mîlyon kesan temsil dike, parlementerên girtî û hevşaredar niha li zindanan de ne û got: "Vîn a gelekî di zindanan de ne. Wisa tê xuyan ku kesên ku li derve ne ango me jî dê biavijin zindanan. Hêj nû 4 sal û 10 meh cezayê zindanê dan Ferhat Encu. Kesên ku bi dengên gel çûn parlamentoyê, bi dengê AKP û dadgehên AKPê ji parlamentoyê tên avêtin."

    Berdevkê HDPê bertek nîşanî derxistina ji hemwelatiyê yên du parlamenterên HDPê da û wiha pê de çû: "Hedefa hikûmetê asteng kirina îadeya Fetullah Gulen û alîgirên wî ye. Ji bo vê jî lîsteyeke weşandin. Lewre eger Gulen û alîgirên wî radestî Tirkiyeyê bên kirin û eger ew biaxivin hikûmeta niha dihilweşe û aliyê siyasî ya derbeyê derdikeve holê. Ji ber ku welatên din van kesan radestî Tirkiyeyê nekin, darvekirin û derxistina hemwelatîtiyê anîn rojeve. Parlamenterên me jî ji wan re kirin kurban. Tu kes nikare ti kesî ji hemwelatîtiyê derxe."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Me Mala Cemê çênekira dê laîkbûna Tirkiyê zirar bidîta
    Di derbarê Berdevkê HDPê Baydemir de fezleke hat amadekirin
    Osman Baydemir hat berdan
    Baydemir: ‘Ji kuştina zarokên li Silopiyê hikûmet berpirsiyar e'
    Baydemir ji Erdogan re: Baş e qurban tu kengî ji partiya xwe veqetiya yî?
    Etîketan:
    derxistin, hemwelatî, zindan, Sterk Tv, Osman Baydemir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de