18:29 20 Tebax 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu bi balyozê Îmarat û Erebistana Siûdî re krîza Qetarê nirxand

    © REUTERS/ Yiannis Kourtoglou
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1313

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi Balyozê Bahreyn û Erebistana Siûdî yê Enqereyê re krîza Qetarê nirxand.

    Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê îro berî civîna Lijneya Wezîran, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu bi Balyozê Erebîstana Siûdî ye Enqereyê Velid Bin Abdulkerim El hireyci, Balyozê Îmarata Erebî Halife Şahin El Marar û bi Meslehetguzarê Bahreynê Komail Ahmed re hevdîtinek kir.

    Hat ragihandin ku Çavuşoglu bi balyoz û meslehetguzarê welatên kendavê re di serî de krîza Qetarê û peşweçûnên dawî nirxandine. Çavuşoglu daxwaza Tirkiye û civaka navneteweyî gihandiye nûnerên welatan ên li Enqereyê.

     

    Bi heman mijarî:

    Mîrê Qetarê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
    Welatekî din jî balyozê xwe ji Qetarê vekişand
    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê: Rawestandina têkiliyan bi Qetarê re em xemgîn kirin
    Zarîf, bi Tirkiye û welatên cîran re krîza Qetarê axivî
    Rûsya: Em ê îdiayên piştgiriya terorî ya Qetarê vekolin
    Etîketan:
    Balyozê Îmarata Erebî, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Halife Şahin El Marar, Velid Bin Abdulkerim El hireyci, mevlut çavuşoglu, Enqereyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de