18:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Çekdarên ASAyê

    6 çekdarên din ji baregeha Tirkiye ya El Babê reviyan û tevlî HSDê bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10251

    Reva milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku artêşa Tirkiyeyê wan li navçeya El Babê perwerde dike berdewam e. 6 çekdarên din ji baregeha Tirkiyeyê reviyan û tevlî HSDê bûn.

    Hikmet Durgun

    Li gorî zanyariyên berdest, reva milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku bi artêşa Tirkiyeyê re Operasyona Mirtalê Firatê li dar xistin û niha li navçeya El Babê perwerdeyê dibînin berdewam e. 6 çekdarên din ji baregeha Tirkiyeyê reviyan û tevlî refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn. Berê jî 60 çekdarên ASAyê ji baregeha perwerde ya Tirkiyeyê reviya bû û tevlî HSD û hêzên artêşa Sûriyeyê bibûn.

    Berpirsekî HSDê di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Hefteya borî dora 60 çekdarî ji Siltan Mirad, Tuxaya Munhasir Billah, Feylek El Şam û ji Hêza Alpaslan a Taybet reviyan, tevlî me û artêşa Sûriyeyê bûn. Duhî jî 6 endamên ASAyê yên Eniya Şamê vi çekên xwe firar kirin û tevlî me bûn. Xwestin di nava refên me de cih bigirin. Em niha van 6 kesan vedikolînin. 2 jê reqqayî û yên din jî ji Dêra Zorê û ji Helebê ye."

    Li gorî daxuyaniya berpirsê HSDê ku dispêre îfadeyên çekdarên ASAyê reviyane wê pêşerojê jî firar çêbibin ji bo ku di nava ASAyê şerekî mezin heye û li hev nakin.

    Bi heman mijarî:

    60 endamên ASAyê ku Tirkiye wan perwerde kiribû xwe sipartin YPG û Artêşa Sûriyeyê
    Tirkiye li hemberî YPGê ji ASAyê artêşeke 10 hezar kes ava dike
    Nûnerên ASAyê tevlîbûna xwe ya Cenevê rawestandin
    Fermandarê ASAyê: Li Minbicê kî hebe bila hebe, em ê Minbicê bistînin
    Di navbera YPG û ASAyê de pevçûn: 9 endamên ASAyê birîndar bûn
    Etîketan:
    Artêşa Aazad, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de