09:48 18 Tebax 2017
Zindî
    Altan Tan

    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6340

    Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan piştgirî da biryara referanduma Kurdistanê û ragiahnd ku divê di nava dewleta Kurdistanê de Kerkûk û Mûsilê jî hebin.

    Parlamenter Altan Tan di axaftina xwe ya ji bo referanduma Serxwebûna Kurdistanê de got: "Daxwaza dewletê mafê bingehîn ê kurdan e, divê kurdên Herêma Kurdistanê li Iraqê bi rêbazên aştiyane dewleteke serbixwe ava bikin û Tirkiye jî piştevaniya wê bike."

    ‘SERXWEBÛN DÊ AŞTÎ Û ARAMIYÊ BÎNE'

    Altan Tan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji xwe ev 27 sal in li Herêma Kurdistanê kurd xwedî xweserî ne û divê Enqere, Tehran û Bexda li hemberî damezrandina dewleta Kurdî dernekevin. Di Kurdistana serbixwe de divê kurd, tirkmen û ereb di nava aştî û aramiyê de bijîn."

    Parlamenterê HDPê yê Amedê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tirkiye ditirse serxwebûna Herêma Kurdistanê karîgerî li Sûriyê û kurdên Bakur bike ku ew jî daxwaza dewleta serbixwe bikin. Taybetmendiyên çar parçeyên Kurdistanê ji hev cuda ne ku nîvê kurdên bakur li aliyê rojavayê Tirkiyê dijîn."

    Bi heman mijarî:

    Altan Tan kuştina ciwanê kurd pirs kir
    Ji bo Altan Tan 38 sal ceza tê xwestin
    Altan Tan: "Binçavkirin ji bo erêkirina dengdêrên MHPê tê kirin"
    Altan Tan serbest hat berdan
    Îtiraza parêzerên Ahmet Altan hate redkirin
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, Parlamenterê HDPê yê Amedê, Altan Tan, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de