06:30 19 Tebax 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Serdozgerî: 5 abêyên FETO emrê kuştina Karlov dane Altintaş

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1510

    Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê emrê suîqesta Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê ku hate kuştin Andrey Karlov li Qibrisê ji terefê 5 abeyên FETO ve hat dayîn.

    Li gorî nûçeya Yuksel Temelê rojnameya Sabahê, serdozgerî lîsteya 5 abêyên FETOyê ku emrê suîqesta Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov dabû polîs Mevlut Mert Altintaş saz kir. Li gorî lîsteyê yek jê li Qibrisê dijî. Qatil Altintaş berî ku emrê suîqesta Karlov bistîne û here otelê bi telefonê bi bernameya Face Time re axiviye.

    Di qeydiyên telefonê de derketin holê ku berî Altintaş here otelê û emre kuştina Karlov bistîne bi çend rojan bi Face Time çend caran axiviye û ji bo hevdîtina otelê civîn dane hev û piştî hevdîtina otelê jî dîrektîfa kuştina wergirt.

    Serdozgerî ji xeyrî vekolîna qeydiyên otelê qeydiyên santrala istasyona telefonê jî vekolandin û 5 navên FETO bi dest xistin. Li gorî vekolîna serdozgeriyê yek ji wan kesan li zanîngeheke Qibrisê aqademîsyen e, ev kes ji xeyrî qeydiyên otelê IPya compîtura wî jî di nava IPyên ku bi compîtura Altintaş re pêwendî danî de ye.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Rûhanî sûîqesda li dijî Karlov şermezar kir
    Piştî kuştina Karlov li ser navê kujerê wî hesaba bankayê hatiye vekirin
    Îdîaya ku ‘qatilê Andrey Karlov li ser John Bass jî lekolîn kir'
    'Ewlekariya Rûsyayê ne dijî wê ye ku FBI alîkariya Tirkiyeyê di lêpirsîna Karlov de bike'
    Îdîaya ku ‘di sûîqesta Karlov de jineke rûsî hat girtin'
    Şerwimendê Serokomarê Tirkiyeyê: Dibe di demek nêz de kuştina Karlov were ronîkirin
    Etîketan:
    Balyozê Rûsya yê li Enqereyê, FETO/PDY, Mevlut Mert Altintaş, Andrey Karlov, Qibris, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de