02:17 24 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - operasyon- leşkerê tirk

    Li Çewlig û Colemêrgê pevçûn: Leşkerek hat kuştin û 9 jî birîndar bûn

    © REUTERS/ KENAN GURBUZ
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2010

    Hat ragihandin ku li navçeya Dara Hênê ya Çewligê di şer û pevçûnên navbera çekdarên PKK û hêzên ewlehî de leşkerekî pispor hat kuştin, di şerê Colemêrgê de jî 6 leşker û cerdevan birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest, li çoltera gundê Yaniyaziya navçeya Dara Hênê ya Çewligê di dema operasyonê de di navbera çekdarên PKKê û hêzên ewlehî de şer û pevçûn derket, di encama şer û pevçûnê de leşkerî pispor ê artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da.

    LI COLEMÊRGÊ DU ÊRIŞÊN CUDA

    Ji aliyê din ve li gorî nûçeya AAyê dema ku hêzên ewlehî li herêma Pira Sinê ya nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirme ya Uzumcuyê kontorola mayîn û teqemeniyê dikir rastî êrişa çekdarî ya endamên PKKê hat. Di êrişê de yek jê giran 3 cerdevan birîndar bûn.

    Li herêma Çiyayê Guven ê navçeya Çelê ya Colemêrgê mewziya leşkeran rastî êrişa endamên PKKê hat di êrişê de 6 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Colemêrgê.

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê teqîn: Kuştî û birîndar hene
    Li Wanê û Colemêrgê şer: 5 leşker mirin 5 jî birîndar bûn
    Li Colemêrgê operasyon: '6 endamên PKKê jiyana xwe ji dest da'
    Artêşa Tirkiyeyê li Colemêrgê operasyona leşkerî da destpêkirin
    Li Colemêrgê şer: Yek jê giran 7 leşkerên tirk birîndar bûn
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Cewlig, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de