02:05 24 Tebax 2017
Zindî
    HDP

    HDP: Biryara referanduma serxwebûnê ser xêrê be

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5240

    Berdevkê HDP Osman Baydemir ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand ku em piştgiriya biryara referanduma Kurdistanê dikin.

    Berdevkê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Osman Baydemir ji bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihand ku ya dikeve li ser milê em piştgiriya birayên me yên li Herêma Kurdistanê li wan bikin. Biryara referandumê li gelê kurd pîroz be.

    Osman Baydemir di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha Herêma Kurdistanê xebat û amadekariya referandumekê dike. Ji her 4 aliyên cîhanê ve peyamên derbarê rêzgirtina li îradeya gelê kurd tên. Lê belê peyama Enqerê weke her car jehra mar e. Gelek vekirî û zelal dibêjim, mafên tirk, fars û ereb çi bin, gelê kurd jî weke xwediyê vê coxrafiya kevnar, mafên gelê kurd jî hene ku ne kêm e û ne jî zêde ye."

    Baydemir di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger birayên me yên li Herêma Kurdistanê bi rêya parlamentoya xwe, partiyên xwe yên siyasî û bi îradeya xwe ya siyasî her biryarekê bidin, bila bidin, ya ku dikeve ser milê me, rêzgirtina li wan e. Piştgiriya ji bo vê biryara wan e. Carek din li ser xêrê be, carek din pîroz be."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Me Mala Cemê çênekira dê laîkbûna Tirkiyê zirar bidîta
    Di derbarê Berdevkê HDPê Baydemir de fezleke hat amadekirin
    Osman Baydemir hat berdan
    Baydemir: ‘Ji kuştina zarokên li Silopiyê hikûmet berpirsiyar e'
    Baydemir ji Erdogan re: Baş e qurban tu kengî ji partiya xwe veqetiya yî?
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, HDP, Osman Baydemir, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de