06:33 24 Çile 2018
Zindî
    Bayram Bozyel

    ‘Qedera Tirkiyê bi kurdan ve girêdayî ye'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 73

    Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel biryara referanduma herema Kurdistanê, Rojava û rewşa siyasî ya dawî ji Spûtnîkê de nirxand û diyarkir ku helwesta hikumeta Bexdayê kurd ji bo referandumê mecbur xist.

    Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel biryara referanduma herema Kurdistanê de nirxand û diyarkir ku helwesta hikumeta Bexdayê kurd ji bo referandumê mecbur xist. Bozyel got referandum merhaleyeke û dibe ku piştî referandumê sistemek konfederal jî ava bibe. Bozyel rewşa kurdê Suriyê jî nirxand û got "An dê bibin dewlet an jî dê bi Kurdistana Iraqê re bibin yek." Bozyel anî ziman ku li Rojhilata Navîn ya ku qedera wan bi kurda ve girêdayî ye Tirkîye ye.

    Cîgirê Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel biryara referanduma herema Kurdistanê de ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re nirxand. Bozyel diyarkir ku biryara referandumê ji ber helwesta hikumeta Bexdayê hatîye girtin û wiha axivî: "Rêvebirîya Bexdayê ya mezhepparêz kurdan mecburê ve biryarê kirin. Heger Bexdayê li gorî destura bingehin ya Iraqê tevbigerîyana û li kurda neheqiyê ku hatine kirin nekirana, îhtimalek ku kurd dê di nava Iraqa federal de jiyana xwe bidomandana." Bozyel got: "Lê rêvebirîya Bexdayê li gorî destura bingehîn tevnegerîya, sîyasetek li ser mezhebiyê meşand û kurdan û aktorên sunnî ji erk û postên hikumetê durxistin. Di rewşek wisa de Kurd ne mecburbûn ku qedera xwe teslimî Bexdayê bikin. Bi gotinek din biryara referandumê wek mecburiyetek derket pêşiya Kurdan. Lê heman demê de ev mafêke meşru ye jî."

    ‘REFERANDUM MEKANÎZMAYEK DEMOKRATÎK E'

    Bozyel anî ziman ku weke her netewî mafê kurda jî heye ku qedera xwe tayin bikin û wiha berdewamkir: "Her wiha referandum jî mekanizmayek demokratik e. Ev mijar di sala 2010an de hat rojevê lê bi derketina DAİŞê navber hat dayîn. Aniha xuya dike ku dawîya DAİŞê hatîye. Ji bo kurda jî êdî gav avêtin ferz bû. Em bînîn bîra xwe, dema DAIŞê êriş bir ser Hewlêrê, Bexdayê erka xwe ya navendî pêknanî û li kurda xwedî derneket. Artêş heta Baxdayê revîya û meydan ji DAIŞê re hiştin."

    ‘TIFAQA KDP Û YNK MUHÎME'

    Bozyel destnîşankir ku tu partiyên kurda li hember serxebunê dernakevin û got: "Ev biryar bi beşdarbuna KDPê, YNKê û gelek partiyên din ve hat girtin. Yên ku tevlî vê biryarê jî ne bune li dijî serxwebunê dernakevin. Li ser rê û rêbazên wê îtiraz dikin, ev jî rewa ye. Hin kesa digotin ku KDP vê mijarê weke ensturmanek sîyasî li hemberî aktorên wir bikar tîne. Aniha derket holê ku ne wiha ye. Di vê mijarê de tifaqa KDPê û YNKê muhîme. Ev herdû partî bi salan e ku têdikoşin. Ev herdu partî bi hevre bin tu kes nikare pêşiya vê pêvajoyê bigire. Ji salên 90î ve Kurdistan heye û tu zirarê wê ne gihiştîye dewletên cîranan. Herêma Kurdistanê herdem ji bo şerê ku li bakur domdike bi dawî bibe alîkar dibe û aniha jî ji bo vê amadeye. Kurda li ser navê mirovahiyê li dijî DAIŞê şer kir. Ji bo mirovahiyê xwe kirin mertal. Gelek fêdayên wan gîhişt Tirkiyê jî. Tirkiyê îro di hêla bazirganiyê de gelek fêdeyên wê li wir heye."

    ‘REFERANDUM MERHALEYEKE'

    Bozyel diyarkir ku hêzên navnetevî jî piştgirî didin kurda û got: "Hêzên ku demê berê Kurdistan parçe kirin îro li dijî avakirina Kurdistanê dernakevin. İro berjewendiyê wan bi kurda re heye. Berjewendiyê gelek dewletan bi hebuna kurda re heye. İro Rojhilata Navîn ji nuvde tê dizayn kirin û ji bo wê jî hewcedarîya wan bi kurda heye. Di pêvajoyek ku hemû dinya li hember DAIŞê ket neçariyê kurd derketin qadê û bi awayek qehremanî mirovahî parastin. Ereb li ser şerê mezhebi parçebunê û ev ax kirine gola xwinê. Îro li Iraqê aktora berbiçav ya xurt kurd in. Referandum nayê wateya ku dê Kurdistana Iraqê serxwebuna xwe ragihîne. Ev merhaleyeke. Derketina vê iradê girînge. Rêvebirîya Herêma Kurdistanê piştî vê iradeyê giranîya wê ya li ba ereba û dewletên navnetewî dê hêj zêde bibe."

    ‘DIBE KU SÎSTEMEK KONFEDERAL AVA BIBE'

    Bozyel anî ziman ku ihtîmaleke ku piştî referandumê ji bo kurd veneqetin û serxwebuna xwe ne ragihînin Bexda dikare têkiliyên xwe bi kurdan re sererast bike û sîstemek konfederal ava bibe. Bozyel wiha berdewamkir: "Tevê va ihtimala jî, bi nêrîna min bi ereba û Bexdayê re meşandin pir zehmet e. Mijara şerê mezhebî dê heta ku dewam bike ne diyare. Ji bo vê yekê kurd ne mecburin qedera xwe bi wan ve girê bidin û bibin qurbana şerê mezhebi. Ji bo wusa kurd piştî demekê dê dewleta xwe ava bikin."

    ‘KURDÊN SURIYÊ AN DÊ BIBIN DEWLET AN JÎ DÊ BI KURDISTANA IRAQÊ RE BIBIN YEK'

    Bozyel balkişand ser rewşa Suriyê û İranê û axivî: "Heman parçebun li Suriyê jî heye. Civata ereb li Suriyê li ser esasên mezhebi, nusayrîtiyê û sunnitîyê perçe perçe bûye. Ji ber ku hejmara gele kurd li vir ne zêde ye, dibe ku serxwebun îro ne di rojevê da be. Ji bo wusa jî dê demekê bi sistemek federal, konfederal bi dome. Lê bawerîya min bi yekitîyek Suriyê tune ku demek dirêj dewam bike. Di deme pêş de dê kurdê Suriyê an dê bibin dewlet an jî dê bi Kurdistan a Iraqê re bibin yek. Aniha İran bêdeng e. Her çiqas bêdeng be jî lê car jî di devê tivingê deye. Divê ev bêdengî kurda ne xapîne. Ew bêdengi ne elameta xêrê ye. Elameta parçebuna İranê ye. Divê Kurd li İranê ji bûyerên nûh re amade bin. Di mijara Katarê de hedef îran bi xwe ye."

    ‘QEDERA TIRKIYE BI KURDA VE GIRÊDAYÎ YE'

    Bozyel helwesta Tirkiyê ya ji referanduma herema Kurdistanê jî wiha nirxand: "Aniha hêzên navnetewî na xwazin ku li Tirkiyê bê istikrarîyek mezin bi qewime. Heger Tirkîye vê sîyaseta xwe ya îro bi domîne dê aqubeta wê bibe weke Iraq û Suriyê û dê parçe bibe. 3 aliyê sinorên Tirkiyê; li başûr, rojava û rojhilat Kurd dijîn. Azadiya Kurdan ya van sê perçeyên Kurdistanê dê bandorek erenî li ser safîkirina pirsa Kurd ya li Tirkiyê bike. İro li Rojhilata Navîn ya ku qedera wan bi kurda ve girêdayî ye Tirkîye ye. Dewlet buna kurda ne xetere ne jî ciyê tirsê ye ji ciranê wê re. Hebûna Kurdistanê li dijî fundamentalizmê, li dijî hêzên terorîst weke mertaleke. Kurdistan dema azad bibe dê mahkumîyeta wê ya Baxdeyê xilas bibe. Hebûna Kurdstanê li hember hêzên fundamantal, hêzên tundrew û hêzên terorist weke mertaleke. Kurdistan dema azad bibe ev mahkumiyeta wê ya Baxdaye dê xilas bibe."

    Bi heman mijarî:

    PSK: Bila roja bidarvekirina Qazî Mihemed wek Roja Şehîdan bê pejirandin
    PAK, PDK-Bakur û PSK wê referandûmê boykot bikin
    PDK-Bakur, PAK û PSK: Bila birakujî were rawestandin
    PSK: Destûrek demokratîk û federal pêwistiyek lezgîn e
    PSK: 'Bila Amed bibe paytexta Komara Kurdistanê'
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, PSK, Bayram Bozyel, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de