20:34 26 Gulan 2018
Polîs

Li Enqereyê di navbera KP û HTKPyê de şer: 15 birîndar

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 12

Li Enqereyê di navbera endamên Partiya Komunîst (KP) û Partiya Komunîsta Tirkiye ya Gel (HTKP) bi dar û kêran şer derket.

Şerê navbera endamên partiyên komunîst şevê din li kolana Karanfil a Kiziliyê li devê avahiya Navenda Çand a Nazim Hikmet derket. Di şer de endamên partiyan bi kêr, dar û bi keviran çûne hev.

Li gorî agahiyên berdest, di şer û pevçûnê de ji herdu aliyan herî kêm 15 kes bi derbeyên kêr, dar û keviran birîndar bûn. Di şer de camên kafeya avahiya Navenda Çand a Nazim Hikmet jÎ hatin şikestin.

Li ser şikayeta hemwelatiyan polîs û ambulans çûne cihê bûyerê. 15 kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr. Hêzên ewlehî li ser rûdana şer lêkolîn da destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Li navçeyên Stenbolê operasyon: 7 kes hatin binçavkirin
Hemû kesên bi tohmeta êrîşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
Li Boluyê leşkerekî tirk hat binçavkirin
Li Wanê operasyon: Endamê DBPê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Parlamenterê HDPê yê Êlihê hat binçavkirin
Etîketan:
HTKP, KP, Navenda Çand a Nazim Hikmet, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de