03:18 26 Gulan 2018
Katar Emiri Şeyh Temim bin Hamad Al Sani

Mîrê Qetarê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir

© REUTERS / Hamad I Mohammed
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Berî krîza kendevê destpê bike Mîrê Qetarê Şeyh Temim bin Hamad El Sanî wê tevlî bernameya Serokomar Erdogan a fitarê bibûna, lê El Sanî serdana betal kir.

Berî krîza kendevê destpê bike Mîrê Qetarê Şeyh Temim bin Hamad El Sanî dawiya vê hefteyê wê tevlî bernameya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a fitarê bibûna, lê El Sanî bernameya xwe betal kir. Erdogan û El Sanî berî krîza kendavê bi rêya telefonê axivîbûn û ji bo bernameya fitarê mutabiq mabûn.

Li gorî nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê piştî ku destpeka hefteya borî krîza welatên kendavê rû da Mîrê Qetarê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir. El Sanî vexwendina serokê Amerîkayê Donald Trump jî qebûl nekiribû.

Wezîrê Derve yê Qetarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman El Sanî di axaftina xwe de gotibû: "Hetanî welat di bine abluqeyê de be Mîr El Sanî wê neçe ti cihekî."

Bi heman mijarî:

Qetar: Em xwe teslîmî ti kesî nakin û dev ji siyaseta xwe jî bernadin
Qetar û Tirkiye çi pêşniyar li Esma Esad kirin?
Qetar ji Amerîkayê bi bihayê 21 mîlyar dolarî balafir distîne
Amerîka, balafirên şer difiroşe Qetar û Kuweytê
Rûsya û Qetar ji bo krîza li Sûriyayê hevdîtin pêk anîtin
Etîketan:
Mîrê Qetarê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir, Recep Tayip Erdogan, Şex Temim bin Hamad El Sanî, Tirkiye, Qetar
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de