22:37 18 Hezîran 2018
Sewqiyata leşkerî - leşkerê tirk - Leşkerên tirkiyeyê

Li Samsûnê navgîneka leşkerî qulipî: 47 leşker birîndar bûn

© AP Photo / Ibrahim Usta
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Li navçeya kavakê ya bajarê Samsûna Tirkiyeyê navgîneke ku leşkerên tirk tê de bûn, qeza derbas kir û di encamê de yek jê fermandar, bi tevahî 47 leşker birîndar bûne.

Otobesa ku leşker ji bajarê Tokatê dibir Balafirgeha Çarşanbayê ya Samsunê li nêzî navçeya Kavakê ser rêya Enqere-Samsunê qeza derbas kir.

Piştî qezayê xebatkarên tenduristiyê û tîmên xilaskirinê sewqî cihê bûyerê hetin. Leşkerên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdor.

Hate ragihandin ku rewşa leşkerên birîndar baş in.

Bi heman mijarî:

Li dijî qereqola leşkerên tirk êrişa bombeyi: Birîndar hene
Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Polêsek mir 2 jî birîndar bûn
Li çiyayên Amanosan pevçûn di navbera leşkerên tirk û endamên PKKê de
'Leşkerên tirk li gundê Colemergê xendek kolan'
Etîketan:
birîndar, qeza, navgîn, leşker, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de