07:47 23 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Emîrê Qeterê Tamim bin Hamad Al Thani

Peymanên hevkarîya leşkerî ya Tirkiye û Qeterê hatin pesendkirin

© AP Photo / Yasin Bulbul, Presidential Press Service
Tirkiye
Lînkê kurt
0 32

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peymanên avakirina baregehên leşkerî li Qeterê ku piştî erêkirina parlamentoyê jê re hatibûn şandin, pesend kirin.

Di daxuyanîya Serokomarîya Tirkiyê ya derbarê pesendkirina peymanên bi Qeterê re hat gotin ku Serokomar Erdogan protokolên di navbera her du welatên Tirkiye û Qeterê de yên li ser perwerdekirina hêza Jandarmayan û bicihkirina hêzên tirk li nav erda Qeterê pesend kiriye.

Qanûna hevkarîya leşkerî ya navbera Tirkiye û Qeterê de,7ê Hezîranê li parlamena Tirkiyê hatibû qebûlkirin û ji bo îmzeyê ji Serokomar Erdogan re hatibû şandin. Ji 272 parlamentarên amade 240 kesan dengê erê, 32 parlamenteran jî dengê na dabû wan qanûnan.

Bi heman mijarî:

Pûtîn ji Şi Cinping re got, ‘Şervanê bitenê’
Ji bo hêza Pêşmerge fermandarekî nû hat tayînkirin
Nûnerê DYAyê ji Spûtnîkê re got: Em amade ne bi Rûsyayê re bixebitin
Şerê li Reqayê dewam dike: HSDê wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞê îmxa kir
Parêzerê Trump ji bo dîrektorê berê yê FBIyê daxwaza lêpirsînê kir
Derhênerê Amerîkî Stone mebesta belgefîlmê Pûtîn eşkere kir
Lavrov û de Mistura li ser Astanayê peyivîn
Etîketan:
Qeter, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de