22:56 26 Îlon 2017
Zindî
    HDP- Hevseroka HDPê Kemalbay- Serpil Kemalbay

    Hevseroka HDPê "Bi muxatabên sexte pêvajoya aştiyê nayê destpêkirin"

    © Foto: Navenda HDPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1670

    Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay di civîna koma partiya xwe de axivî û ragihand ku li aliyekê şer û asîmlasyona dewam dike li aliyê din jî muxetabên sexte didin avakirin û gotegotên ku wê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin belav dikin.

    Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay di civîna Koma Partiyê de axivî û got: "Li aliyekê şer û asîmlasyona dewam dike, li aliyê din muxetabên sexte didin avakirin û gotegotên ku wê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin belav dikin. Heta roja me ya îro her desthilatdarên siyasî bi xeyalên wiha vala soz dabûn, pirsgirêk weke heyî piştguh kirine."

    ‘ŞER Û ASÎMÎLASYON DEWAM DIKIN'

    Kemalbay têkildarî îdîayên pêvajoya aştiyê jî ev nirxandin kir: "Li aliyekê şer û asîmlasyona dewam dike, li aliyê din muxetabên sexte didin avakirin û gotegotên ku wê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin belav dikin. Heta roja me ya îro her desthilatdarên siyasî bi xeyalên wiha vala soz dabûn, pirsgirêk weke heyî piştguh kirine. AKPê jî heman tiştî dike. Mixabin ji ber van polîtîkayên ku ti encamê bi xwe re nayne berdêlên giran didin."

    ‘LI BAJARÊN KURDAN LI PEY RAND Û TALANKIRINÊ NE'

    Kemalbay wiha pê de çû: "Hikûmet li aliyekê li ser erdnîgariya Kurdistanê oparasyonan dike, bi qedexeyên derketina derve xistiye dorpêçê, li aliyê din li bajarên kurdan li pey rant û talankirinê ye. Li Sûrê mîrasê çandî yê mirovahiyê bi awayekî bêhiqûqî li pey hilweşîn û talankirinê ye. Niha li Sûrê çand û dîrokekA deh hezar salî tê tunekirin. Hikûmetê şerê ku li Sûrê dayî destpêkirin ne tenê mirasa kurdan kiriye hedef, di heman demê de mîrasekî cîhanê tine dike."

    ‘PARLAMENTERÊN HDPê DÎL HATINE GIRTIN'

    Kamalbay diyar kir ku ji ber HDPê demokrasî û aştiyekî birûmet parast dilê bi milyonan qezenç kir û wiha pêde çû: "HDPê desthilat tirsand. Desthilatên ku ji windakirinê tirsiyan li dijî kesên demokrasî û aştiyê dixwazin xwe kirin yek û Hevserokê HDPê jî di nav de gelek parlamenterên HDPê dîl girtine."

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka HDPê Kemalbay: Ji kongreya AKPê rewşa awarte derket
    HDP ji bo hevserokên girtî li Ewropa ye: Pêşî li vê bêhiqûqiyê bigirin
    HDP: EV 94 sal in, fişarên li ser zimanê kurdî dewam dikin
    HDP: Bêrêzîya li Ataturk nayê qebûlkirin
    HDP: Ev referandûm seqet e û nayê serrastkirin
    Etîketan:
    dîl girtin, parlamenter, pêvajo, asîmîle, Serpil Kemalbay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de