17:35 26 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    PKKê bi roketan êrişî qereqolê kir: Leşkerek mir 6 jî birîndar bûn

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5291

    Endamên PKKê bi roketan êrişî qereqola li navçeya Çelê ya Colemêrgê kirin û di encamê de jî leşkerek tirk can dan da 6 leşker jî birîndar bûn.

    Waliyê Colemêrgê Orhan Toprak diyar kir ku bûyer li ser rêya Colemêrg-Çelê di saet 14:00an de pêk hatiye.

    Hat eşkere kirin ku endamên PKKê bi roketan êriş birine ser wesayîta leşkerî û di encamê de leşkerek can daye, 6 leşker jî birîndar bûne.

    Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li wir tên dermankirin.

    Hate ragihandin ku piştî êrişa PKKê leşkerên tirk li herêmê operasyon dane destpêkirin.

    Ji aliyê din ve wesayîta leşkeran li çoltera gundê Gundeşê ya bi ser navçeya Çelê wergeriye û di encamê de jî 12 leşker birîndar bûne. Li gorî ragihandina Walî Orhan Toprak rewşa leşkerekî xedar e.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Pêşmerge: Em hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re pêk tînin
    CHP: PYD/YPG heke PKKê şermezar bike dê rêya pêwendîyan vebe
    Balafirên şer ên tirk li dijî çeperên PKKê operasyona hewayî pêk anîn
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Polêsek mir 2 jî birîndar bûn
    Li çiyayên Amanosan pevçûn di navbera leşkerên tirk û endamên PKKê de
    Etîketan:
    roket, êriş, PKK, Cuneyt Orhan Toprak, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de