20:33 24 Îlon 2017
Zindî
    Raci Bilici Serokê IHD Amedê

    2 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest da, IHDê jî hişyar kir!

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 12452

    Li gorî raporên IHDê encama şer û pevçunên li bajarên kurda giran dibe. Li gorî van rapora di 2 salên dawî de li bajarê kurda nêzi 3 hezar kes jiyana xwe ji dest da û 15 hezar kes hatine desteserkirin û girtin.

    Li gorî raporên IHDê encama şer û pevçunên li bajarên kurda giran dibe. Li gorî van rapora di 2 salên dawî de li bajarê kurda nêzi 3 hezar kes jiyana xwe ji dest da û 15 hezar kes hatine desteserkirin û girtin. Serokê IHDa Amedê Raci Bilici ev bîlanço ji ajansa Spûtnik Kurdistan re nirxand û diyarkir ku binpêkirina mafên mirovan di xalek erjeng deye.

    Li Tirkiyê bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ya di navbera dewleta tirk û PKKê bu sedema şerekî nû. Her wiha bi pêvajoya ku destpêkir li gorî salên borî encama şer û pevçûnan her roj diçe zêde dibe. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di vê pêvajoyê de zêdetir li bajarên kurda binpêkirina mafên mirovan gîhişt astekî mezin. Cudabûna pêvajoyan di raporên ku hatine amade kirin xwe nîşan dide. Li gorî rapora IHDê ya binpêkirina mafên mirovan a bajarê kurda di sala 2015an de hezar û 764 caran binpêkirina mafên mirovan hatîye jiyandin. Her wiha di vê salê de bi tevahî 574 kesa jiyana xwe ji dest da û 5 hezar 387 kes hatin desteserkirin û hezar û 196 kes jî hatin girtin. Di sala 2016an piştî şerê li bajarê kurda giran bu ev bîlanço hêj zêde bu. Li gorî rapora 2016an di sala 2016an de 46 hezar 292 caran bipêkirina mafên mirovan hat jiyandin. Di heman salê de hezar û 757 kesa jiyana xwe ji dest da. 6 hezar û 860 kes hatin desteserkirin û ji vana hezar û 724 kes hatin girtin.

    ‘BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN DI XALEK ERJENG DEYE'

    Serokê IHD ya Amedê Raci Bilici ev bilanço ji ajansa Spûnîk Kurdistan re nirxand. Bilici diyarkir ku di xalek erjeng de derbas dibin. Bilici wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de peymanên navnetewî nayê naskirin û ev tundî dibe sedema mirinan û binpêkirina mafên mirovan. Qedexeya derketina derve tê ragihandin û ev jî dibe sedeme mirin û binpêkirina mafên sivîlan jî. Azadiya mirovan nayê naskirin, bi hezaran kes tên desteserkirin û girtin. Bi ragihandina Rewşa Awarte ev yek derket astek herî jor. Girtina parlamenter, şaredar û nunerên saziyên sivîl û tayin kirina qeyûman zêde bu. Rê û rêbazên maf gerine tev hatin girtin. Ev tev encama şer e."

    ‘HERÎ ZÊDE JI GIRTÎGEHAN SERLÊDAN DIBIN'

    Bilici anî ziman ku êdi mirov ji tirsa serî li komeleyan nadin û gelek binpêkirina mafên mirovan nayê dîtin. Bilici wiha berdewam kir: "Gelek kes ji tirsa serî li komeleyê nadin. Gefa li wan dixwin ku serî li tu cihî nedin. Herî zêde serdan ji girtîgehan tê. Li girtîgeha binpêkirina mafên mirovan herî zêde buye.Divê ev mijar were dîtin. Em raporên ku amade dikin bi gelek sazî û rêxistinên mafên mirovan yên navtewî re parvedikin."

    ‘DUBENDIYA DI NAVA CIVAKÊ DE KÛR DIBE'

    Bilici got "Heger pêşiya vê pêvajoyê neyê girtin dê tiştên herî xirab bi qewime" ‘u wiha berdewamkir: "Êdi di nava civakê de bêbawerîyek heye. Gelek tişt ji bo wan bê wate dibe. Din ava civakê de dubendî çêbuye. Heger pêşiya vê neye girtin dê ev dubendî kur bibe û encamên giran dê derxe holê. Ji bo vê jî rê û rêbaz diyare, divê bi diyalog û muzakereyan ev pirsgirêk were çareserkirin. Rêya çareseriyê di sîyasetek demokratik û rê û rêbazên aştîyane derbas dibe."

    Bi heman mijarî:

    İHD: Di sala 2016an de hezar û 302 kes mirin
    İHD: ‘Di 9 mehan de 1040 kesan jiyana xwe ji dest dan'
    İHD: Li hemberî sûriyeyiyan êrîşên nîjadperest zêde bûne
    İHD: Li Rihayê emniyetê şikeft kiriye îşkencexane û îşkenceya zayendî dike
    IHD: Li Tirkiyeyê mercên jiyanê yên penaberan têk diçin
    Etîketan:
    Binpêkirinên însanî zêde dibin, Serokê Şaxa Amedê ya IHDê, Raci Bilici, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de