04:29 21 Îlon 2017
Zindî
    Qedexe - polês

    Li 18 gundê Licê qedexe hat ragihandin

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1832

    Hat ragihandin ku li 18 gundên navçeyên Licê ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

    Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê ji bo operasyona leşkerî ya li dijî çekdarên PKKê li 18 gund û mezrayên navçeya Licê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

    Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de got: "Li herêma ku wê operasyona leşkerî were lidarxistin ji bo ewlehiya can û malê welatiyan û li gorî Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442an li gundên Akçabudak, Ortulu, Ulucak, Saydamli, Kiliçli, Yorulmaz, Guldiken, Uçdamlar, Baharlar, Bayirli, Hedik, Tuzlakoy, Yamaçli, Kiralan, Dernek, Konuklu, Yunluce û li Yaprakkoy qedexeya derketina derve hatiye ragihandin."

    Bi heman mijarî:

    Li 15 herêmên Elezîzê qedexe hat ragihandin
    Şaredariyê mirina li malê qedexe kir
    Li gelek deverên Çewlikê qedexe hatin ragihandin
    Li 25 herêmên Colemêrgê qedexe hat ragihandin
    Li Pasûrê qedexe hat ragihandin û hin kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Walîtiya Amedê, Qedeya derketina derve, Licê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de