14:31 19 Îlon 2017
Zindî
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    ‘Payîzî li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext heye'

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6540

    Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de ragihand ku li gorî texmînên min di dawiya payîzî de wê li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext were lidarxistin.

    Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu bi xebatkarên çapameniyê re di fitarê de hat cem hev û di axaftina xwe de ragihand ku li gorî texmînên min di dawiya payîzî de wê li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext were lidarxistin. Dawiya salê ihtimaleke mezin wê hilbijartin werin kirin.

    ‘JI BO HILBIJARTINA PAYÎZÎ ME DÎREKTÎF DA RÊXISTINÊN XWE'

    Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî qenaeta min hikûmet wê hilbijartina pêşwext li dar bixe. dawiya payîzî dibe hilbijartin werin kirin. Nabe hilbijartinên herêmî werin pêşxistin û ev ne gengaz e. Îhtimaleke mezin dawiya salê hilbijartin têne kirin. Hikûmet her dem ji bo hilbijartinê amade ye, ji bo muxalifan wê pirsgirêk çêbibe, lewma tu amadehiyên wan tunene. Me jî dîrektîf da hemû şaxên xwe yên bajaran û got ji bo hilbijartinên payîzî amadehiyên xwe bikin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Erdogan ji bo krîza Qeterê trafîka telefonê
    Erdogan gef li YPGê xwarin: Em ê bi xwe biryarê bidin
    Erdogan: Em li ser sînorê Îran û Iraqê jî dîwar ava dikin
    ‘NATO li dijî pêşniyara Erdogan derket'
    ‘Erdogan 8 wezîran ji wezîfeyê distîne'
    Etîketan:
    Hilbijartina pêşwext, Serokê Giştî yê Partiya Seadetê, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de