22:21 24 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Ji Erdogan ji bo krîza Qeterê trafîka telefonê

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2831

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo kêmkirina rageşîya bi qutkirina pêwendîyên 7 welatan bi Qetererê çend hevdîtinên telefonê pêk anîn. Erdogan daxwaza kêmkirina rageşîyê û vekirina rêya dîplomasî û dîyalogê kir.

    Serokomarê Tirkîyê li ser krîza Qeterê û welatên kendavê bi dîplomasîya telefonê bi Emîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamad Al Sanî, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Emîrê Quweytê Şêx Sabah El Ahmed El Sabah û Qralê Erebîstana Siûdî Selman bin Abdulezîz Al Suud re pêwendî kir.

    Erdogan daxwaz kir, ‘Rageşî were kêmkirin, rêya dîplomasî û dîyalogê were bijartin.'

    Hat ragihandin ku di pêwendîya Erdogan û Pûtîn de ji bilî krîza Qeterê babetên dualî yên her du welatan jî hatine rojevê ku herka tirk û pêvajoya çareserkirina rewşa Sûriyê jî ji wan mijaran bûn.

    Bi heman mijarî:

    Konsûlê Almanyayê: Em ê ji biryara gelê Kurdistanê re rêzdar bin
    Baxçevan di bagerê de bi berçavka rojê gîha çinî
    Îsraîl: Krîza Qeterê ji bo Îsraîlê firsendeke gelekî mezin e
    Nûnerê PDKê: Rêkeftina bi Rosneftê re ‘Bûyereke dîrokî ye’
    'Wê Tirkiye, Îran û Iraq ji bo krîza Qeterê li Bexdayê bicivin'
    Etîketan:
    Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de