07:41 23 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan gef li YPGê xwarin: Em ê bi xwe biryarê bidin

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 42

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir eger ji aliyê bakurê Sûriyê ve êrîşek çêbe ew ê vê mijarê bi ti kesî re neaxivin û bi xwe dê biryara xwe bidin.

Erdogan doh di civîna Komeleya Karsazên Musteqîl (MUSIAD) de axivî û derbarê YPGê de daxuyanî da.

Serokomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku operasyona Reqayê, dê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re were pêkanîn û rexne li Amerîkayê girt û wiha pê de çû:

‘ME BÊHNOK DANÎ BER OPERASYONA MERTALA FIRATÊ'

"Serokomarê Tirkiyeyê anî ziman ku Amerîka bi du rêxistinên terorîst re kar dike û got: "Yek ji wan PYD ya din jî YPG ye. Dibêjin em ê bi YPGê bajarê Reqayê ji destê DAIŞê derxînin, de baş e kerem ke! Ser xêrê be…"

"Eger ji aliyê bakurê Sûriyê ve êrîşek li me were kirin, êdî em ê bi ti kesî re vê mijarê neaxivin, em bi xwe dê biryara xwe bidin, çawa ku me li Cerablûsê, li Rayê, li Babê navoka xwe, me bi xwe birî û me pêngav avêt, em ê piştî vê jî pêngavan biavêjin.'

Me bêhnokek danî ber operasyona Mertala Firatê, dibe ku berdewama wê were.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Ji alîyê Sûriyê êrîşeke biçûk jî were em ê lêdin
‘NATO li dijî pêşniyara Erdogan derket'
‘Erdogan 8 wezîran ji wezîfeyê distîne'
Pûtîn û Erdogan hevdîtin pêk anî
‘Hulusi Akar wê bibe Cîgirê Serokomar Erdogan'
Angela Merkel ji Erdogan daxwaza berdana Deniz Yucel kir
Etîketan:
Reqa, operasyon, YPG, xwarin, gef, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de