00:33 25 Gulan 2018
    Mahsunî Karaman

    Doza Demirtaş çima dirêj hat taloqkirin?

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 62

    Parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş Mahsunî Karaman ji bo doza Demirtaş ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Karaman dibêje doza Demirtaş mijareke siyasî ye.

    Parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş Mahsunî Karaman ji Sputnik Kurdistan axivî û diyarkir darazandina Demirtaş ne dadgeh sîyaset dike. Karaman got "Dadgehê di biryara dewam kirina girtina Demirtaş de dibêje ku ‘rewşa delilên di dest de', ‘Parastina tawanbar' û ‘Raporên pispor' lê ya ecêb ew e ku tu parastina Demirtaş tune û tu raporên pispor jî di dosyeyê de tune ye."

    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş ku 142 sal cezayê girtîgehê ji bo wî tê xwestin, dê di 6ê İlone de li 19mîn Dadgeha Cezaya Giran ya Enqerê derkeve pêşberî dadgehê. Demirtaş bi hinceta tawanên ‘rêvebirin û avakirin rêxistina terorê, propaganda û pesndarîya tawanbaran' tê darizandin. Parêzerê Demirtaş, Mahsuni Karaman di derheqê darazê de ji Sputnik Kurdistan re axivî. Karaman bi bîrxist ku Demirtaş piştî 10 meh şunde dê derkeve pêşberî dadgehê lê ji bo dûrxistina runiştina dozê tu hincet tune.

    ‘WATEYA DURXISTINA RUNIŞTINA DOZÊ ÇIYE?'

    Karaman di derheqê durxistina dozê de wiha axivî: "Di hinek rewşa de dibe ku 5 an jî 6 meh be lê ya Demirtaş ne wusa ye. Di 10 mehên ku Demirtaş girtîye dadgehê tu tiştek ne kirîye. Dîroka teslîm kirina îdeanemeyê û vekirina dozê 11ê Çileyê ye. Her wiha wateya durxistina runiştina dozê çîye? Ji bo Demirtaş tu biryarên navber tune ye. Ne delîl ne jî xwestina belgeyekê tune ye. Di dosyeyê de tene biryara neqla dozê ye. Piştî ku doz neqlî Enqerê bu dadgehê tu gav ne avêt û tu biryar an jî xebat ne meşandîye. Daxwazên me hemû hate red kirin. Lê tu hinceta red kirine nîşan ne dane. Yanî ji bo çi Demirtaş dê girtî bimîne tu hincet nayê nişandan.

    ‘PARASTIN TUNE LÊ DADGEH PARASTINÊ WEKE HINCETA DEWAM KIRINA GIRTINÊ NÎŞAN DIDE'

    Karaman anî ziman ku hinceta dewam kirina girtina Demirtaş di îdeanameyê de jî ne hatî ye nişandan. Karaman ev agahî dan: "Di biryara dadgeha Enqerê de ya têkildarî dîroka runiştina dozê de tiştekî ecêb heye. Dadgehê di biryara dewam kirina girtina Demirtaş de dibêje ku ‘rewşa delilen di dest de', ‘Parastina tawanbar' û ‘Raporên pispor' lê ya ecêb ew e ku tu parastina Demirtaş tune û tu raporên pispor jî di dosyeyê de tune. Rewşa delilen ku di bêje jî ne zelale. Yanî tu hincet tune. Li gorî me girtina Demirtaş û durxistina runiştina dozê linç a sîyasî ye. Daraz bi bandora siyasete têm meşandin."

    ‘DARAZANDINA DEMIRTAŞ NE DADGEH, SIYASET DIKE'

    Karaman bi bîrxist ku Dadgeha Bilind hêj bersiva serdana wan ne daye û hinceta wê jî nizanin. Karaman ji bo serdana Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa de ev agahî da: "Dadgeha Bilind hêj bersiv ne daye lê em li bende ne ku di van roja de bersiv bide. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî dibe ku van rojan bersiv bide. Demirtaş aniha bi sîyasî tê darizandin. Pişberên wî yê sîyasî bi deste darazê heyfê hiltînin. Yanî darazandina Demirtaş ne dadgeh, sîyaset dike."

    Bi heman mijarî:

    Daxwaza Demirtaş nehat qebûlkirin
    Demirtaş wêneyeke din xêz kir
    Demirtaş li Enqerê derdikeve pêşberî dadgehê
    Hevseroka nû ya HDPê: Demirtaş ev demeke dirêje li ser nexşerêyekê dixebite
    Demirtaş bangewazîya pêvajoyeke nû ya ‘Dolmabahçeyê’ kir
    Etîketan:
    Parêzerê Demirtaş, HDP, Mahsunî Karaman, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de