06:10 24 Çile 2018
Zindî
    Helîkoptera Cougar a Arteşa Tirkiyê

    Li Şirnexê helîkoptera leşkerî ket: 13 leşkaran jiyana xwe ji dest da

    © AP Photo/ Selcan Hacaoglu
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 60

    Piştî qutbûna pêwendiya 2 saetan a bi helîkoptera leşkerî re hat hînbûn ku li Şirnexê ketiye. Walîtiya Şirnexê ketina helîkopterê piştrast kir.

    MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê
    © REUTERS/ Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
    Hat ragihandin ku ji saet 19:40ê berêvarê ve li Şirnexê pêwendîya helîkoptereke leşkerî re qut bûye.

    Li gor jêderên herêmî ku peyamnêrê Spûtnîkê xwe gihandiye wan, helîkoptera ku têkilî pê re qut bûbû, li beldeya Sêgirka ya navçeya Qileban a Şirnexê ketiye. Li gorî agahîyan fermandar jî di nav de 13 kesan di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.

    LÎSTEYA NAVÊN KESÊN DI HELÎKOPTERÊ DE DERKET HOLÊ

    ​​​JI WALÎTÎYA ŞIRNEXÊ DAXUYANÎ

    Walîtîya Şirnexê da xuyakirin ku helîkopter li xeta enerjîya bilind a elektrîkê aliqî ye û ketiye.

    Di daxuyanîyê de hat gotin helîkoptera modela Cougar a leşkerî ji beldeya Sêgirka a navçeya Qileban a Şirnexê rabûye û piştî 3 deqeyan li têlên elektrîkê yên enerjîya bilind aliqî ye û ketiye. Tîmen me yên hawarçûnê gihîştine cihê bûyerê.

    TÎMÊN HAWARÇÛNÊ BI SER CENAZEYAN VE BÛN

    Cenazeyên 10 leşkerên di helîkopterê de bûn, hatin dîtin û ew bo nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê hatin şandin.
    Lêgerîna bo cenazeyên 3 leşkerên din berdewam dike.

    Hat ragihandin ku dê îro ji bo leşkerên di encama ketina helîkopterê de can dane, merasîmek were kirin.

    PEYAMÊN SERSAXÎYÊ TÊN DAYÎN

    Ji serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Binalî Yildirim ji bo leşkerên jiyana xwe ji dest dane peyamên şîniyê hatin dayîn û sersaxî ji bo malbatan û gelê Tirkiyê hat xwestin.

    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de