18:56 22 Çile 2018
Zindî
    MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê

    MGK: Piştgirîya YPGê bi hevalbendî û dostanîyê re bihev nake

    © REUTERS/ Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 13

    Di civîna Desteya Ewlekarîya Milî ya Tirkiyê de, piştgirîya Amerîkayê ya ji bo YPGê hat rexnekirin û hat gotin, ‘Ne li gor dostanî û hevalbendiya Tirkiyê ye’.

    Civîna Desteya Bilind a Ewlekarîya Milî ya Tirkiyê (MGK) ku bi seroktîya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 31ê Gulanê civîya, piştî 4 saet û nîvan bidawî bû.

    PIŞTGIRÎYA YPGÊ LI DIJÎ HEVALBENDIYÊ YE

    Piştî civîna MGKê bi daxuyanîyekê hat ragihandin ku piştgirîdana PKK/PYD-YPGê bi navê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji alîyê hevpeymanan ve bi dostanî û hevalbendîyê re bihev nake.

    'HEVKARÎYA STRATEJÎK DÊ LI FÊDEYA HEMÛ DINYAYÊ BE'

    Firat Anli
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Di daxuyanîya encamnameya MGKê de hat bîrxistin ku ligel hişyarîyên Tirkîyê jî li hin welatan terorîstên DAIŞê çalakîyan dikin û divê ev bibe mijara lêpîrsînê û herwiha hevkarîya stratejîk a têkoşîna dijî terorê dê li sûdeya hemû dinyayê be.

    JI EWROPAYÊ DAXWAZA RAKIRINA ASTENGIYAN HAT KIRIN

    MGKê di daxuyanîya xwe de, daxwaz ji Yekîtîya Ewropayê (YE) jî kir di çarçoveya endamtîya tam a Tirkiyê de, sozên xwe bi cî bîne û astengîyên li pêşîya Tirkiyê têne danîn rake.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bo tirimbêlê bide rawestandin xwe li ber tirimbêlê dirêj kir
    Avakarê medyaya DAIŞê hat kuştin
    Baroya Amedê serdana Firat Anli kir
    Barzanî û General Townsend gefên ser Nînowa û Şingalê gotûbêj kirin
    Barzanî û Pûtîn li hev dicivin
    Li El Babê teqîn: 3 mirî 4 jî birîndar
    Ji Sputnikê bo Forûma Aborî ya Navneteweyî ya St. Petersburgê sepaneke taybet
    Etîketan:
    MGK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de