09:14 22 Gulan 2018
    Firat Anli

    Baroya Amedê serdana Firat Anli kir

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 50

    Baroya Amedê serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku li Girtîgeha Tîpa Fê ya Elezîzê ku girtî ye, kir.

    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, endamên rêveberiya Baroyê Ahmet Dag, Serhat Eren, Cihan Ulsen û Muhammed Neşet Girasun serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê û endamê Baroya Amedê Firat Anli ku li Girtîgeha Tîpa Fê ya Elezîzê girtî ye, kirin.

    ‘BINPÊKIRINA MAFAN LI GIRTÎGEHAN PÊK TÊN'

    Muhammed Neşet Girasun ragihand ku agahiyên ji Anli girtine bi rayagişti re parve kirine. Giresun eşkere kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan pêk tên û got: "Mînak li hemû girtîgehan, hevdîtinên vekirî mehê carekî pêk tên, lê li girtîgeha Elezîzê du mehan carek pêk tên. Ev kiryar ne gorî qanûna ne û kêfî ye. Ji bo vê yekê em wek Baroya Amedê dê binpêkirina mafên li girtîgehê bişopînin."

    Giresun li ser pirsa gelo tenduristiya Anli çawaye jî got: "Rewşa wî gelek baş e."

    Bi heman mijarî:

    Anli şandine girtîgeha Elezîzê
    Ji 30 şaredarên Swêdê daxwaza serbestberdana Kişanak û Anli
    Piştî Anli û Ata Kişanak jî hat girtin
    Hevşaredarê Amedê Anli hat girtin, jêpirsîna Kişanak jî dewam dike
    Etîketan:
    binpêkirin, maf, girtî, serdan, Baroya Amedê, Muhammed Neşet Girasun, Firat Anli, Ahmet Ozmen, Elezîz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de