03:14 26 Gulan 2018
Leşkerên Amerîkayê - Minbic

Çavuşoglu bertek nîşanê çekdayîna Amerîkayê bo YPGê da

© Sputnik / Hikmet Durgun
Tirkiye
Lînkê kurt
0 25

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu careke din bertek nîşanê çekdayîna Amerîkayê bo YPGê beriya operasyona Reqayê, da.

Çavusoglu eşkere kir ku helwesta Tirkiyeyê divê mijarê de teqez e û got: "Helwesta me yê di mijara alîkariya YPGê li Sûriyeyê zelal e. Em bale dikşînin ser xetereya alîkariya bo YPGê. Biçekkirina rêxistinên terorî, dibe li dijî mirovahiyê bên bikaranîn. Ev fikar li gelek welatên Ewropayê hene. Eger em li îstîqrara Sûriyeyê digerin, divê ji vê şaşî vegerin."

PERSONEL TÊN TEHLIYEKIRIN

Çavuşoglu êrişa li Afaxanîstanê ku di encamê de 80 kes canê xwe ji dest dan, şermezar kir û wiha pê de çû: "Bûyer li nêzî avahiya Balyozxaneya me pêk hat û avahiya balyozxaneyê jî ziyan ditiye. Personelên me ji wir tên tehliyekirin."

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Bila McGurk were guherandin, ew piştgiriya PKKê dike
Ji Çavuşoglu bo Amerîkayê: Divê li Sûriyeyê gavên şaş neyên avêtin
Çavuşoglu û Tillerson rewşa dawî ya Sûriyeyê axivîn
Çavuşoglu: Em Sûriyeyeke sekuler dixwazin
Çavuşoglu: Berî Zîrweya NATOyê wê Erdogan û Trump hevdîtinekê pêk bînin
Etîketan:
çekdayîn, bertek, YPG, Mevlut Çavoşoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de