23:25 25 Gulan 2018
Platforma Ji Xerakirina Sûrê Re Na

‘Pêşeroja kurdan tê tunekirin'

© Sputnik / Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 70

Platforma Ji Xerakirina Sûrê Re Na ji bo Sûrê daxuyanî da û diyarkir ku li Sûrê dîrok û pêşeraoja kurdan tê tunekirin û banga her êvar seat di 21.00an de çalakîya deng derxistinê kir.

Platforma Ji Xerakirina Sûrê Re Na ku li dijî xerakirina taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê hat avakirin, li hemberî xerakirinê dest bi xebatên xwe kir. Di nav platformê de HDP, DBP, CHP, EMEP, ESP, TJA, gelek saziyên jinan, TMMOB, Odeya Plansazên Bajêr, Baroya Amedê, ÎHD, Odeya Bijîşkan a Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, DESOB û pêşengên qenaetî di nav de cih digirin. Platformê daxuyanî da çapemeniyê û banga xwedî derketina Sûrê kir.

‘XWEZA TÊ QIRKIRIN'

Endamê platformê Zeki Baran di civinê de axivû û diyarkir ku ji bo Sûrê dê her êvar seat di 21.00an de çalakîya deng derxistinê li darxin. Baran wiha axivî: "Ji gelek deverên Tirkiyê gelek kes di xwaze di nava platformê de cîh bigre. Bawerim dê ev platform hêj mezin bibe. Em ê li hemberî qirkirina xweza û dirokê xwedî li Sûrê derkevin. Li Sûrê ne tene dîrok tê xerakirin pêşeroja kurdan jî tê xerakirin. Em bang li hemû saziyên sivîl dikin kul i Sûrê xwedî derkevin."

Piştre endama platformê Buşra Sadak axivî û anî ziman ku bi saziyên sivîl yên Tirkiyê re hevdîtinên wan berdewam dike. Sadak diyarkir ku dê ji bo Sûrê plansaziyekê derxin û di rojên pêş de dê dest bi xebatên xwe bikin.

Bi heman mijarî:

Niştecihên Sûrê bê av û bê ceyran man
Niştecihên Sûrê bê av û bê elektrîk in
Dest bi xirakirina avahiyên Sûrê kirin
Li Sûrê xerakirina avahîyan dest pê kir
Rûxandina xaniyên Sûrê dest pê kir
Etîketan:
Platforma Ji Xerakirina Sûrê Re Na, EMEP, CHP, DBP, HDP, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de