04:46 19 Çile 2018
Zindî
    Operasyona leşkerî

    Bi 10 hezar leşkeran operasyon: 2 leşker birîndar bûn

    © Sputnik. Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Piştî ragihandina qedexeya derketina derve ya 43 gundên navçeyên Licê, Karaz, Hezro û Pîranê li herêmê bi tevlîbûna 10 hezaran leşker operasyon tê lidarxistin.

    Piştî qedexeya derketina derve li 43 gundên Licê, Karaz, Hezro û Pîranê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve di 28ê gulanê hatibû ragihandin bi tevlîbuna 10 hezar leşker, timên taybet û cerdewanan li 104 gundan operasyonek berfireh tê meşandin. Walitiyê ragihand ku 2 leşker di encama pevçunê de birîndar bune.

    Qedexeya derketina derve ya ku di 28ê Gulanê de li gundên Licê, Hezro, Hênê, Karaz û Pîranê yên Amedê hat ragihandin berdewam dike. Walitîya Amedê daxuyanî da û ragihand ku bi tevlîbuna 10 hezar leşker, timên taybet û cerdewanan li 104 gundê 6 navçeyan operasyona leşkeri berdewam dike. Li gundên ku operasyon berdewam dike ketin û derketina gundan ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatine girtin û leşkerên gund dorpêçkirine li hemû malan lêgerînê pêk tînin.

    2 LEŞKER BIRİNDAR BÛN

    Walitîya Amedê di derbarê encama operasyonê de agahî da û ragihand ku li 10 malan lêgerîn pêk hatîye û kesek gumanbar hatîye desteserkirin. Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku çek û tiştên endamê PKKê jî hatine desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 leşker di peçvunê de sivik birîndar bune. Walitiyê diyarkir ku dê operasyon berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Şaredariyê mirina li malê qedexe kir
    Li 15 herêmên Elezîzê qedexe hat ragihandin
    Muslîm: Polîsên alman alayên YPG û YPJ qedexe kirine lê kes dengê xwe nake
    Li gelek deverên Çewlikê qedexe hatin ragihandin
    PYD- YPG xwest ku herêmên ji firînê re qedexe, bên îlankirin
    DAIŞê cilên reş li milîtanên xwe qedexe kir
    Etîketan:
    Li Amedê bi tevlîbûna 10 hezaran leşker operasyon, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de