14:54 24 Çile 2018
Zindî
    Polis / Polîs

    Li navçeya Qoserê li dijî wesayîta polîsan êriş: 2 birîndar

    © AFP 2018/ OZAN KÖSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku li navçeya Qoser a Mêrdînê li dijî wesayîta polîsan êrişeke bombeyî pêk hat û di êrişê 2 polîs birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest, bûyer li navçeya Qoser a bajarê Mêrdînê Ii taxa Mezopotamyayê qewimî. Hin kesên ne diyar bi teqemeniya destçêkirî êrişî wesayîteke zirxî ya polîsan kirin.

    Di encama êrişê de 2 polîsên Midûriyeta Ewlehî ya Qoserê ku di nava wesayîtê de bûn birîndar bûn. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

    Li gorî çavkaniyên herêmî rewşa polîsên ku di êrişê de birîndar bûne baş e. Piştî teqînê li cihê bûyerê operasyon hat lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrdînê li dijî wesayeta leşkerî êriş
    Li Yemenê li dijî şikefa penaberan êriş: Herî kêm 31 kuştî
    Li Bexdayê êriş: Herî kêm 23 mirî
    Li Iraqê êriş: 47 kes mirin
    Li Filipînê li dijî girtîgehê êriş: 130 girtî reviyan
    Etîketan:
    2 polîs birîndar bûn, Li navçeya Qoserê êriş, Qoser, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de