06:09 24 Hezîran 2018
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen

Baroya Amedê: Divê pêvajoyeke nû ya çareserîyê destpê bike

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 41

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ji bo çareserkirina ‘pirsa kurd’ bangewazî li hikûmeta Tirkiyê kir û got, ‘Pêwîst e pêvajoyeke nû ya dîyalog û çareserîyê destpê bike.’

Ozmen di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Milî Gazeteyê de, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan li bajarên kurdan û berdewama rewşa awarte (OHAL) bi bîr xist û xwest ew rewş bidawî were.

'MESELEYA KURD BI TUNDÎYÊ ÇARESER NABE'

Parêzer Ozmen pêwîstîya destpêkirina pêvayoyeke nû ya çareserîyê anî ziman û wiha peyivî: "Êdî bi awayekî zelal derketîye pêşîya me ku meseleya Kurdan ev sed sal in, bi tundîyê, rêbazên hatine ceribandin û polîtîkayên ewlekarîyê çareser nabe. Lewra dibe ji nû ve ‘pêvajoya çareserîyê' destpê bike, yan jî bi nav û metodeke din dibe. Lê divê veguhere pêvajoyeke nû ya dîyalog û danûstandinê ku li şûna çekan rêbaza muzakere û hevdîtinan tê de hebe."

Bi heman mijarî:

Ji Çînê bangewazîya G7an: Soza xwe bicih bînin, daxuyanîyan nedin
Li Iraqê êrîşa xwekujî: Herî kêm 4 kes mirin
Wêneyê nû yê êrîşkarê Manchesterê hat belavkirin
NY: Li Sûriyê 800 karmendên tendurîstîyê hatine kuştin
Pêşmerge li Xurmatûyê êrîşa DAIŞê têk bir
Îstixbarata Îngilîz 23 hezar terorîst tesbît kir
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de