11:57 27 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Ji Kiliçdaroglu dîrektîf: Meclisê nedin xebitandin

    © REUTERS /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî îdîayan Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dîrektîf daye partiya xwe û gotiye ‘hetanî KHK li meclisê neyên guftugokirin nehêlin meclis bixebite.

    Ji dema rewşa awarte hatiye ragihandin û heta niha Biryarnameyên Hikmî (KHK) ku hatine derxistin hê li parlamentoya Tirkiyeyê nehatine guftugokirin. Li gorî îdîayan Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî ji bo vê dîrektîf daye partiya xwe û gotiye ‘hetanî KHK li meclisê neyên guftugokirin nehêlin meclis xebateke din bike.'

    Li gorî nûçeya Îklim Ongela rojnameya Cumhuriyetê, Serokê CHPê Kiliçdaroglu di axaftina xwe de gotiye: "Beriya referanduma 16ê Nîsanê hemû peymanên navneteweyî bi awayekî lezgîn ji meclisê derbas kirin, lê hê jî KHK nehatine meclisê. Divê kêlî berî keliyekê KHK werin meclisê. Hetanî ew KHK neyên meclisê nehelin xebateke din were kirin. Heke KHK neyên meclisê bixitimînin."

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina de ji bo vekerina feslên Yekîtiya Ewropayê bangî hikûmetê kir û gotiye: "Ji bo vekirina feslên nû em lavelavê nekin. Standart diyar in. Em wan pakêtan vekin."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Dixwazin di nava CHPê de şer derxînin, neyên lîstikê
    Kiliçdaroglu: Hevalên me yên parlamenter têne leystoka qesrê
    Kiliçdaroglu: Ew çi dibêjin bila bêjin, em ê li mafê xwe bigerin
    Kiliçdaroglu: Em hilbijartinê nasnakin divê dubare bibe
    Ji Ahmet Hakan bo Kiliçdaroglu: Bêkêr e
    Etîketan:
    Parlamentoya Tirkiyeyê, KHK, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de