15:11 19 Mijdar 2017
Zindî
    gor - goristan

    ‘Heke ji perçeyên hestiyan be jî dixwazim goreke kurê min hebe'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10542

    Ciwanê bi navê Hakan Arslan ê 24 salî di 22yê Çileya 2016an de li navçeya Sûrê jîyana xwe ji dest da û 16 meh e cenazeye wî nehate dîtin.

    Bavê Arslan Ali Riza Arslan ji Spûtnik Kurdistanê re axivî û got "Ez jî bav im. Ji bo êşa min raweste û ji bo cenaze bibînim bila firsendekê bidin min. Heger parçeyek be jî ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Bila gora wî hebe."

    Li navçeya Sûrê a Amedê hêj cenazeyên ku nehatine derxistin heye. Yek ji wan jî yê Hakan Arslan e. Arslan di 22yê Çileya 2016an de di pevçûnên dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da û cenazeye wî hêj nehatîye dîtin. Malbata Arslan 16 meh e kul i cenazeye zarokê xwe digerin. Arslan, Ali Rıza Arslan ji Sptunik Kurdistan re axivî û diyarkir ku ji bo dîtina cenaze bi dehan car serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da, lê tu encam bi dest nexistine. Arslan bi rêya parêzerên xwe li girtîgehê hevdîtin bi kesên dema ji Sûrê derketin û hatin girtin re çêkiribû û hîn bûbûn ku cenazeyê kurê wan li cem Mizgefta Hasirli ya li Taxa Hasirliyê hatiye definkirin.

    CENAZE WINDA YE

    Arslan anî ziman ku ji bo cihê cenaze bê tespîtkirin û bê derxistin, careke din serî li dozgeriyê da ne. Lê dozgeriyê, ragihandibû ku li cihê ku tê diyarkirin cenaze lê ye berê lêgerîn û kolandin hatine kirin û cenaze nehatîye dîtin û ji ber vê yekê daxwaza malbatê red kir. Malbatê ji bo derxistina cenaze serî li Walîtiya Amedê da, lê belê heta niha walîtiyê tu bersiv nedaye malbatê. Malbata Arslan herî dawî ji bo alîkarîya hiquqî serî li Baroya Amedê da.

    ‘HEKE PERÇEYEK HESTÎ BE JÎ BILA GORA WI HEBE'

    Arslan bi hêviya cenazeyê kurê xwe bibîne her meh ji Qereyaziya Erziromê tê Amedê. Arslan wiha axivî: "Heke perçeyek be jî, ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Bila hestiyek perçeyê wî hebe, da ku em biçin serdana gora wî bikin. 16 meh in ku tu aramî li mala me tune ye. 16 meh e ku em ji Amedê li benda xeberekê ne, lê tune ye. Ez dixwazim goreke kurê min hebe. Cenazeyê kurê min li Sûrê ye, li qada ku înşeat lê tê çêkirin. Ez naxwazim cenazeyê kurê min di bin înşeatê de bimîne. Ez jî bav im. Ji bo êşa min rawesta û ji bo cenaze bibînim bila firsendekê bidin min. Da biçim cenazeyê kurê xwe bibînim."

    Bi heman mijarî:

    Amed di hedefa Adidasê de ye
    Li Amed û Wanê bi tevahî 10 kes hatin binçavkirin
    Li ser rêya Amed û Mêrdînê teqîn: 2 leşker hatin kuştin
    Şanda CHPê: Amed dê bibêje 'Na'
    Amed bi berfê xemilî
    Li ser rêya Amed û Mêrdînê teqîn: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Bavê Arslan bila goreke kurê min jî hebe, Hakan Arslan, Ali Riza Arslan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de