01:52 21 Çile 2018
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Kongreya 3yemîn a Awarte ya AK Partîyê

    Kulîsên AK Partîyê: Cezayê îdamê ji rojevê derket

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12

    Li demeke ku nîqaşên jinûve anîna sizayê îdamê li Tirkiyê bûye sedema gengeşîyê di navbera Tirkiye û Yekîtîya Ewropayê (YE) de, di kulîsên hikûmeta AK Partîyê tê gotin ku mijar ji rojevê derketîye û hatiye taloqkirin.

    Derhênerê Kurd Zana Hema Xerîb / Mala Sînemaya Kurd
    © Sputnik/ Zana Hema Xerîb / Mala Sînemaya Kurd
    Hat îdiakirin ku bangewazîyên Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî yên li ser bilez anîna cezayê îdamê di nav AK Partîyê de hatiye piştguhkirin.

    Li gor kulîsên AK Partîyê ‘bangewazîya Bahçelî wan dixe zorê' û tê gotin, ‘Niha di rojeva me de yasayên lihevkirina bi YEyê re hene.'

    BANGEWAZÎYÊN BAHÇELÎ BÛN SEDEMA ACIZÎYÊ

    Li gor zanyarîyên ku peyamnêra ajansa ANKAyê Bestî Karalar bidest xistine, bangewazîya anîna îdamê ya Bahçelî di nav AK Partîyê de bûye sedema acizîyê û hatiye gotin, ‘Gelo em heta demekê vê mijarê taloq bikin ne baştir e.'

    ERDOGAN JÎ ÎDAM JI ROJEVA XWE DERXISTIYE

    Herwiha di nûçeyê de tê bibîrxistin ku Devlet Bahçelî bersiva gotinên kulîsan nedaye û Serokomar Erdogan jî di Kongreya AK Partîyê de bersiva ‘diruşmên îdamê' nedaye ku ev jî tê maneya ku peyam gihîştiye Bahçelî û mijara îdamê ji rojevê hatiye derxistin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî: ‘Kêfa Rex Tillerson qet ji hikûmeta Tirkiyê re nehat’
    Li Endonezyayê teqîn pêk hat
    Derhênerê Kurd bû jurîyê Mihrîcana Emarcî ya Navnetewî
    Ebadî: Li Şingalê hêzeke ji artêşa Iraqê û Pêşmerge tê avakirin
    AFP: NATO biryara beşdarbûna koalîsyona li dijî DAIŞê da
    Etîketan:
    îdam, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de