23:16 21 Gulan 2018
    Fethullah Gulen

    ‘Ma di nava AKPê de tenê Hakan Şukur FETOyî bû'

    © AFP 2018 / Thomas URBAIN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 41

    Nivîskar Murat Yetkin di gotara xwe ya îro de behsa FETOyiyên nava AKPê kir û ragihand ku ma tenê di nava AKPê de yê FETOyî Hakan Şukur bû?

    Hrant Dink
    © AFP 2018 / SEZAI ERKEN
    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat di gotara xwe ya îro de behsa FETOyiyên nava AKPê kir û got: "Mijara FETOyiyên nava AKPê dîsa kete rojevê. Sebeba vê ya sereke jî tehliyekirina zavayê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadir Topbaş ku wî bi xwe jî digot FETOyî ye Omer Faruk Kavurmaci ye. Yê ku dareza, perwerde û polîs teslîmî FETO kirin hikûmetên AKPê bûn."

    Murat Yetkin di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Bila qusura min nenêre, lê yê ku wesayîta bi zirx da Zekeriya Oz kî bû ma ne serokwezîrê wê demê Serokomar Recep Tayyip Erdogan bû. Duhî jî piştî grêva birçîbûnê ya 72 rojan girtina Nuriye Gulmen û Semih Ozakça jî hatin girtin. Ma bêedaletî di dîn de heye?"

    Yetkin di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Erdogan duhî got ‘dadger û dozgerên me hemû FETOyiyên di her derê de dizanin'. Temam lê, çawa heta niha yên ku digotin ez çûm min destê xoce efendî maç kir, min silavên wî ji we re anîn ew li kur in. Di vê mijarê de kes di kêleka AKPê de jî derbas nabe. AKPeya ku nîvê dengê Tirkiyeyê werdigire ma tenê di navê de yê FETOyî Hakan Şukur bû?"

    Bi heman mijarî:

    Bavê Hakan Şukur hate girtin
    Bavê gogbazê navdar yê Hakan Şukur hate desteserkirin
    Gilîker û dozgerê doza Demirtaş herdu jî ji FETO girtî ne
    ‘FETO xwest ez Hrant Dink bikujim'
    Parlamenterê AKPê yê berê ji endamtiya FETO hat binçavkirin
    Etîketan:
    Şaredariya Stenbolê, AKP, FETO, Omer Faruk Kavurmaci, Hakan Şukur, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de