18:37 27 Gulan 2018
Girtîgeh / Zîndan / Heps

‘560 zarok ji hewaya vekirî bêpar in'

© AP Photo / Francois Mori
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Parlamentera CHPê yê Stenbolê Gamze Akkuş İlgezdi ji bo zarokên ku bi dayîkên xwe re li girtîgehê dimînin pirsek ji wezareta Dadê kir. Li gorî bersiva wezaretê 560 zarok li girtîgehê bi dayîkên xwe re dimînin.

Wezareta Dadê di bersivdayîna parlamentera CHPê de ragihand ku Nîsana 2017an jî di nav de 171 jê girtî û 345 jê jî cezagirtî bi tevahî 516 jin di girtîgehan de bi zarokên xwe re dimînin.

Li gorî raporta ku ji ber doneyên Wezareta Dadê hatiye amadekirin de, 560 zarokên emrê wan di navbera 0-6 salî de li girtîgehan bi dayîkên xwe re dijîn, ji van 291 jê kurik û 269 jî keçik in. 44 ji van girtiyan jî ji yekî zêdetir zarok li cem dimînin.

Zarokê ku di girtîgehê de dimînin 114 ji wan ji yek salî biçûktir in, hejmara zarokên yek salî jî 128 e. Ji 560 zarokên di girtîgehê de tenê 100 zarok dikarin derkevin hewaya vekirî, 460 zarok jî bêyî dîtina çuk, teyr, ewran di navbera dîwarên gewr de li pişt telan mezin dibin.

Bi heman mijarî:

Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
Etîketan:
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, Parlamentera CHPê ya Stenbolê, Gamze Akkuş İlgezdi, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de