20:08 14 Kanûn 2017
Zindî
    HDP- Hevseroka HDPê Kemalbay- Serpil Kemalbay

    Hevseroka HDPê Kemalbay: Ji kongreya AKPê rewşa awarte derket

    © Foto: Navenda HDPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 31

    Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay di civîna koma partiya xwe de axivî û derbarên daxuyaniyên di Kongreya Mezin a Derasayî ya AKPê yê Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan ku gotibû dê rewşa awarte dewam bike de got: "Hûn geriyan geriyan hatin cihê berê. Hûn hatin xeta Çevik Bir û Mehemet. Ji kongreye rewşa awarteyekê heta heta derket."

    Kemalbay, destnîşan kir ku ji 7ê Hezîranê heta niha 10 hezar endam û rêveberên wan hatine binçavkirin û 5 hezar endam û rêveberên wan hatine girtin û got: "Em dê bêtir têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin. Dîrok nîşanî me dide ku aştî, demokrasî û azadî tenê bi têkoşînê bi ser dikeve."

    NIKARIN HDPê TUNE BIKIN

    Kemalbey, bal kişand ser destnedayînan û wiha got: "Dixwazin bi destnedayînan HDPê tune bikin. Lê nekarîbûn bi ser bikevin. Di êrîşên li dijî HDPiyan de tenê yên di ber xwe dan dîsa HDP bû. Dîsa li girtîgehan zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di kongreya xwe de got ‘dê rewşa awarte ranebe' Pêdiviya hemû gelan bi qasî av û nan bi aştî û demokrasiyê heye.

    Wekî Demirtaş jî got, em dîsa dibêjin stranên me, îbadetên me, horonên me û hestên me hevpar in. Ev bang li her kesî dikin ku divê hemû kes bi hevre têkoşîna demokrasiyê bide. Em hemû baş dizanin ku heta dewlet dijminantiya kurdan bike û li çareseriyê bigere em dê hemû winda bikin."

    Kemalbey, bal kişand ser kongreya AKPê û da zanîn ku Erdogan dîsa hatiye xeta Serokwezîra berê Tansu Çiler û Mehmet Agar û wiha got: "Hemû axaftinên Erdogan li ser şer, kuştin, pevçûn û perçekirinê bû. Erdogan di sala 2002an de Rewşa Awarete rexne dikir û bi rakirina Rewaşa Awarte pesnê xwe dida. Lê niha dibêje em ê rewşa awarte ranakin. Her dem digot 'Ji ku heta ku' Erdogan geriya geriya dîsa hat xeta Çiller û Agar."

    Bi heman mijarî:

    HDP kongreya xwe ya derasayî li dar dixe
    HDP: EV 94 sal in, fişarên li ser zimanê kurdî dewam dikin
    HDP: Bêrêzîya li Ataturk nayê qebûlkirin
    ‘Pêkan e HDP û CHP tifaq pêk bînin'
    HDP Deniz Gezmiş û hevalên wî bibîr anî
    AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
    Etîketan:
    axaftin, kongre, rewşa awarte, daxuyanî, HDP, Recep Tayyip Erdoqan, Serpil Kemalbay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de