02:00 19 Hezîran 2018
DAIŞ

Îdiaya ku ‘DAIŞ li Dîlokê pirtûkan difroşe'

© REUTERS / Ali Hashisho
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat îdiakirin ku dikana pirtûkan ya DAIŞê ya li bajarê Dîlokê, hêj bi wayekî aktîf kar dike.

Li gorî nûçeya Birgunê, dikana bi navê ‘Mekke' wekî navendeke lojîstîk ya terorîstan tê bikaranîn û ew hêj bi awayekî aktîf kar dike.

Di nûçeyê de behsa govanê nepen yê bi nasnavê ‘Pramit' ku di nava îdianameya ‘êrişa ku 1ê Gulana 2015an ya li dijî Midûriyeta Gelemper ya Ewlekariyê' de derbas dibe tê kirin. Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatiye amdekirin û pêşkêşî Dadgeha Cezaya Giran ya 8emîn hatiye kirin û tê de navê 100 gumanbaran cih digre.

​Tê gotin ku di îdianaemyê de ‘Piramit' wiha axiviye: "Ew li ber dikana pirtûkan ya bi navê Mekke ya li nêzî Bazara Elmaciyê ye. Wekî Cumayê pirtûkfioş tê naskirin. Li ser navê DAIŞê kar dike û pirtûkan difroşe. Malzemeyên ku ji bo rêxistinê tê, dikare di nava kutiyên pirtûkan de veşêre. Ev kesê ku nasnameya wî ya rastîn ez li vê derê hîn bûm, kesê bi navê Cuma Şahin e."

Bi heman mijarî:

'DAIŞ hucreyên çekên kimyewî ava dike'
DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
DAIŞ bi 3 seyareyên bombebarkirî êrîş kir
Amerîka: DAIŞ ji neçarî Tebqa teslîm kir
DAIŞ ji Bendava Firatê ve êrişî HSDê dike
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de