08:52 20 Hezîran 2018
Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran

‘Ji xeyrî çend wezîran yên mayî hemû diguherin'

© REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Piştî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan wekî Serokê Giştî yê AKPê hat hilbijartin niha jî çavê herkêsî li Lijneya Rêvebir a Navendî û guherîna kabîneyê ye.

Piştî kongreya derasayî ku Serokomar Erdogan dîsa bû Serokê Giştî yê AKPê nîha çavê herkêsî li ser guherîna Lijneya Rêbevir a Navendî û guherîna kabîneyê ye. Li gorî îdîayan Cîgirên Serokwezîr, Wezîrê Derve, Wezîrê Parastin, Wezîrê Çandinî, Wezîrê Ekonomî, Wezîrê Hawirdor û Wezîrê Daristan û Avê jî di nav de gelek wezîrên din têne guherandin.

Di merhaleya duyemîn ku AKP ‘Serdema hemleya nû' bi nav dike de nûjenkirina rêvebiriya partiyê û guherîna kabîneyê heye. Grûba partiyê îro dicive û Binali Yildirim wê Serokê Grûbê were hilbijartin.

‘ERODGAN Û YILDIRIM LI SER LÎSTEYA NÛ YA WEZÎRAN DIXEBITIN'

Li gorî nûçeya Nuray Babacana rojnameyan Hurriyetê dê vê hefteyê civîna Lijneya Rêvebir a Biryarê ya Navendî wê bicive. Di rêvebiriya nû ya Erdogan de Yildirim wê bibe Wekîlê Serokê Giştî. Vê hefteyê dê kabîneya wezîran jî biguhere û niha Erdogan û Yildirim li ser lîsteya nû dixebitin. Li gorî îdîayan wezîrê ku cihê xwe parastine Mehmet Meezzinoglu, Suleyman Soylu, Nurettin Canikli, Bekir Bozdag û Berat Albayrak in û dibe ji xeyrî van yên din werin guherandin.

Bi heman mijarî:

Medvedev bi Erdogan re hevdîtin pêk anî
Medvedev îro li Stenbolê wê bi Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne
Serokomar Erdogan bi fermî bû Serokê Giştî yê AKPê
Erdogan: Ez û AKP, em tu caran ji hevdû veneqetiyan e
‘Ev daxwaz bi cih neyên, ne AKP û ne jî Erdogan dimîne'
'Erdogan û Trumpî li hev kir ku li hev nekin'
Etîketan:
Guherîna Lijneya Wezîran, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Recep Tayyip erdogan, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de