03:46 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    ‘Ev daxwaz bi cih neyên, ne AKP û ne jî Erdogan dimîne'

    © REUTERS/ Sergei Ilnitsky/Pool
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12240

    Nivîskarê rojnameya Yeni Akitê Abdurrahman Dilipak di gotara xwe ya îro de ragihand ku ya wê ev daxwaz bi cih werin an jî ne AKP û ne jî Erdogan dimîne.

    Nivîskarê rojnameya Yeni Akitê Abdurrahman Dilipak di gotara xwe ya îro de got: "Di civakê de hêrseke mezin çêbûye. Baweriyeke mezin a gel bi Erdogan heye û hewqas jî daxwaz jê hene. Ez dibêjim bicihanîna van daxwazan pir zahmet e."

    ‘DIVÊ HEMÛ KRÎPTOYÊN FETOYÎ WERIN TESFIYEKIRIN'

    Abdurrahman Dilipak di berdewamiya gotara xwe de got: "Di encamê de Erdogan jî însaneke. Heke ev daxwaz neyên bicihanîn Xwedê bistrîne ne AKP û ne jî Erdogan dimîne. Hemû hêvî û xeyala FETO jî ev e. Eseh divê di partî, kabîne û rêvebiriya grûbê de guherînên bingehîn werin kirin û divê kesên bi şaibe werin guherandin. Henekê vî karî tuneye."

    Dilipak di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Divê krîptoyên FETOyî û yên ku wan diparêzin werin tesfiye kirin û mifetiş, rêvebir, şêwirmend û amîrên îdarî ku pêvajoya darazayî edlî li nav hev dixin ji wezîfê bene dûrxistin û cezakirin. Baweriya gel bi Erdogan heye û heke ev daxwazên gel neyên bicihanîn ne AKP û ne jî Erdogan dimîne ku ev jî tam daxwaza FETOyê ye."

    Bi heman mijarî:

    'Erdogan û Trumpî li hev kir ku li hev nekin'
    Erdogan li Brûkselê wê bi Juncker û Tusk re hevdîtinê pêk bîne
    Dîmenên ku Erdogan li xwepêşanderan temaşe dike belav bûn
    Erdogan derbarê operasyona Raqayê de ji Amerîkayê re got: Bixêr be
    Washington Post: Notek ji Erdogan û çeteyên wî re...
    Etîketan:
    Kongeray derasayî ya AKPê, AKP, FETO, Serokomarê Tirkiyeyê, Rojnameya Yeni Akitê, Recep Tayyip Erdoqan, Abdurrahman Dilipak, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de