10:33 24 Mijdar 2017
Zindî
    AKP - AKPê

    ‘Di nava AKPê de wê tesfiye were kirin'

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4732

    Rojnamevan Murat Yetkin di nivîsa xwe de bal kişand kongreya derasayî ya AKPê û ragihand ku wê di partiyê de tesfiyeyên mezin bibin.

    Rojnamevanê Hurriyetê Murat Yetkin axaftina Serokomar Recep Tayyip Erdogan a duhî ku di pîrozbahiya 19ê Gulanê de axivîbû nirxand û got: "Erdogan di axaftina xwe de got ‘di kongreyê ciwanên ku înîsîyatîfê wergirin em ê cih bidin wan'. Em ji vê jî fêhm dikin ku wê di kongreye de guherîn û tesfiyeyê mezin bibin. Edî Erdogan dixwaze ciwanên ku çavên xwe bi AKPê û bi Erdogan vekirine bi wan re bixebite."

    ERDOGAN WÊ CIH BIDE CIWANAN

    Murat Yetkin di berdewamiya gotara xwe de got: "Erdogan ji bo guherîna van hemû tiştan wê gava pêşî di kongreya derasayî ya 21ê Gulanê de biavîne. Piştî kongreyê dibe hinek rêvebir û wezîrên ku em wan nas dikin û hebûn û dilsoziya xwe ji Erdogan re îspat kiribin hebin lê piranî Erdogan wê cih bide ciwanan. Yanî wê tesfiye were kirin û dê bi vê tenê jî nemine."

    Bi heman mijarî:

    AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
    Gelo AKP ji bo kongreyê vexwendnameyê ji Gul û Arinç re dişîne?
    'AKP dê 4 wezareta bide MHPê'
    ‘MHP dê parçe bibe û wê tevlî AKP û BBPê bibe'
    "Bi saya berxwedana kurda tifaqa AKP û Gulen têk çû"
    AKP: Em ê pêşniyara endamîtiyê li Erdoganî bikin
    Etîketan:
    Kongreya derasayi ya AKPê, AKP, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de