06:46 22 Mijdar 2017
Zindî
    Endamekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    'Tirkiye artêşa azad ji şer re amade dike'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8033

    Tirkiye piştî operasyona bi navê ‘Mertalê Firatê’ ku li nav erda Sûriyê pêk anî, niha jî ji bo komên Artêşa Sûrîya Azad (ASA) yên beşdarî operasyonê bûne û yên xwedî ezmûna leşkerî dest bi bernameyeke din a perwerdehîya leşkerî kir.

    Li gor nûçeya CNN Turkê ku dispêre çavkanîyên leşkerî yên li herêmê, komên ASAyê li herêmên nêzîkî sînorê Tirkiyê kampên rahênana leşkerî ava kirin.

    Heman çavkanîyan ragihand ku bi şêwr û pisporîya Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) milîtanên komên artêşa azad yên beşdarî operasyona Mertala Firatê bûne û yên xwedî erk û ezmûna leşkerî ji nû ve têne perwerdekirin.

    Hat zanîn ku di kampên hatine avakirin de, ji 29ê Adara 2017an ve perwerdehîya milîtanan bi bernameyeke tije û giran a bikaranîna çekan û rahênana fizîkî berdewam dike.

     

    Bi heman mijarî:

    'Dibe ku DYA dixwaze cihên petrolê kontrol bike'
    'DYA dê dest ji kurdan berde'
    26 jinên kurd ji girtîgeheke Îranê reviyan.
    Rûsya: Êrîşa Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê ne meşrû ye
    McGurk: Biryara biçekkirina YPGê, rastetast ji Trumpî hat
    Bawerînameyên bi kurdî li zarokên Girê Spî hatin belavkirin
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de