10:41 24 Mijdar 2017
Zindî
    Li Farqînê pezê şivanan li mêrgan ji ber zêdebûna gihê têra xwe diçêrin.

    'Şivan bi kêmî 4 milyar lireyan naxebitin'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8920

    Li Herêma Behra Reş ya Tirkiyeyê bi hatina demsala biharê xwediyên pez koçî zozanan dikin. Lê xwediyên pez gazinan dikin ku bi 2-4 hezar lireyên Tirk nikarin şivanan bibînin.

    Li bajarên wek Ordu û Giresunê yên Bakûrê Tirkiyeyê ku her sal bi dehhezaran karkerên demsalê ji bajarên kurdan koçî van bajaran dibin û bo debara xwe ya rojane di karên zehmet de dixebitin vêca pirsgrêka şivanan rû da ye. Li van bajaran xwediyên pez bi hatina biharê derdikevin zozanan. Lê şivanên ku dixebitin herî kêm 4 hezar lireyên tirk dixwazin.

    'DÎTINA ŞIVANAN KAREKE ZEHMET E'

    Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin,pezên niştecihên van bajaran heya zivistanê li zozanan dimînin lê dîtina şivanekî bo pezan kareke gelek zehmet e. Niştecihên li vê derê dixwazin dora 2 yan jî 3 hezar lireyên tirk maeş bidin şivanan lê ên ku tên kêmî 4 hezaran naxebitin. 4 Hezar Lireyên tirk bi qasî hezar û 100 dolarên amerîkî ye. Tê çaverêkirin ku îsal jî ji bajarên kurdan bi hezaran karkerên demsalê derbasî herêma bahra reş bibin bo debara malbata xwe ya rojane.

    Bi heman mijarî:

    Cotyar û şivan bi hev ketin: 38 kuştî
    Şivan û cotyarên Nîjeryayê bi hev ketin: 18 kuştî û 43 birîndar
    Qeyûmî navê parka Tahir Elçiyî guherand
    8 generalên tirk fîrarî ne
    'Leşkeran gule reşand ser bizinan: 70 bizin telef bûn'
    Etîketan:
    pez, gazin, şivan, mehanî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de