06:26 30 Gulan 2017
Zindî
    PAK - Mustafa Ozçelîk

    PAK beşdarî kongreya Komalayî Şoreşgerî Zahmetkêşanî Kurdistana Îranê

    © Foto: Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3640

    Partiya Azadiya kurdistanê(PAK) beşdarî kongreya Komalayî Şoreşgerî Zahmetkêşanî Kurdistana Îranê ya ku li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin bû.

    PAKê derbarê vê beşdarbûnê de peyamek weşand û diyar kir ku Endamê Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Temo Ayas duh li ser navê partiyê beşdarî 16mîn Kongreya Komalayî Şoreşgerî Zahmetkêşanî Kurdistana Îranê bûn.

    Serokê Komalayî Şoreşgerî Zahmetkêşanî Kurdistana Îranê Abdullah Mohtadî axaftina Kongreyê kir. Kongre dê sê rojan berdewam bike.

    Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jî peyamek ji Kongreyê re şand.

    "EM PIŞTGIRÊN WE NE"

    Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik ya ku ji Kongreya Komalayî Şoreşgerî Zahmetkêşanî Kurdistana Îranê re şand:

    Ozçelik di peyama xwe de piştgirî da kurdan li herêma kurdî ya li Îranê û wiha got: "Em wekî PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) li bakurê Kurdistanê, doza azadîya gelê xwe birêve dibin. Lê em bi can û dil piştgir, alîkar, parastvan û dilxwazê doza azadîya her çar perçeyên Kurdistanê ne jî".

    Serokê Giştî yê Pakê peyama xwe wiha dewam kir: "Doza azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, tecrubeyeke xwe ya mezin heye. Em bawer dikin ku, partîya we û hemû partîyên Kurdistanî yên Rojhilatê welatê me, bi yekitî û tifaqên netewî, Kurdistanî dê bikaribin, pêşewazîya ew firsendên ku îhtîmale bê ber derîyê we bikin."

    Herwiha Ozçelikî baweriya xwe bi pêvajoya serxwebûna Kurdistanê anî zimaên û got: "Em bawer dikin ku bi xebata partîya we û bi xebat û tifaqa hemû hêzên netewî yên Rojhilatê Kurdistanê, gelê me dê ala azadîya Kurdistanê bilindtir bikin".

     

    Bi heman mijarî:

    PAK li 5 bajaran konfransa Kurdistanê û Sykes-Picotê li dar dixe
    PAK: ‘Ji bo rawestandina şer bang li PKKê û dewletê kir'
    PAK: 'Li Kerkûkê êrişên li dijî pêşmergeyan karê Îranê ye'
    PAK: 'Encama hilbijartinê gazî me dike'
    PAK bangî kurdan dike ku xwedî li Herêma Kurdistanê derkevin
    Etîketan:
    Mustafa Ozçelik, Kurdistan, Silêmanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de