06:45 22 Mijdar 2017
Zindî
    Tahir Elçi

    Qeyûmî navê parka Tahir Elçiyî guherand

    © AFP 2017/ ILYAS AKENGIN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2310

    Qeymeqamê navçeya Şaxê ya Wanê, Haci Asim Akgulê ku wek qeyûm ji bo Şaredariya Şaxê hatiye erkdarkirin navê Parka Tahir Elçiyî guherand.

    Navê parkê bû Parka Şehîd GK Ali Ogun.

    ​Li gor nûçeya dihaberê xebatkarên şaredariyê tabelaya bi Zimanê Kurdî jî aniye xwarê.

    Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) ew park çêkiribû û navê Tahir Elçiyî lê kiribû.

    ALI OGUN KÎ YE?

    Li gorî Bianetê, Ali Ogun cerdevanek e ku di sala 2016ê de li navçeyê hatibû kuştin.

    Ji bo 85 şaredariyên DBPyê qeyûm hatibûn erkdarkirin.

    Serokê BAROya Amedê, Tahir Elçî di 28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de li ber Minareya Çarling hatibû kuştin.

    Lêpirsîn dewam dike lê doz li ti kesan nehatiye vekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Di salvegera kuştina Tahir Elçi de dîmenên nû derketin holê
    HDP: Di doza Tahir Elçi de ti pêşketin çênebû
    Lêpirsîna Tahir Elçi bêdozger ma
    Huda Kaya: ‘Dozger kujerê Tahir Elçi vedişêre'
    Navê Tahir Elçi heta hetayê li Amedê dimîne
    Davutoglu li ser kuştina Tahir Elçi daxuyanî da - PKK
    Etîketan:
    Ali Ogun, Tahir Elçi, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de