06:34 30 Gulan 2017
Zindî
    Amed- ji Amedê wêneyên 4 demsalan

    TUSIAD : Em niha qîmeta ‘pêvajoya çareseriyê' baştir fêm dikin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4120

    Di civîna TUSIADê ya Konseya Şêwirmendiya Bilind de, Serokê Konseya Şêwirmendiya Bilind, Tuncay Ozilhan axaftinek kir û got: "pêvajoya çareseriyê ku AKPê dest pê kiribû, em niha qîmeta wê baştir fêm dikin"

    Tuncay Ozilhan, Bi beşdarbûna Serokomara Tirk Recep Tayyip Erdoganî di civina TUSIADê ya Konseya Şêwirmendiya Bilind de axifi û got ku: " Em her tim li gel hikûmeta xwe ne. Ev mijar, mijareke siyasî ye. Divê rêya çareseriyê jî siyasî be. Hikûmeta AKPê bi cesaret û bi vizyoneke siyasî pêvajoya çareseriyê da destpêkirin lê belê em niha baştir qîmeta pêvajoya çareseriyê fêm dikin".

    "ALOZIYÊN CÎRANÊ, KÊŞEYÊ ALOZTIR DIKIN"

    Serokê Konsaya Şêwirmendî ya Bilind Tuncay Ozilhan, berdewama axaftina xwe de wiha got: " Mixabin pêvajoya çareseriyê ji ber sedemen cûr bi cûr biser neket. Îro jî pirsgirêk jî ber şerên navxweyî û aloziyên li welatên ciran, ev kêşe aloztir û tevlihevtir bûye".
    Ozilhan, di dawiyê de dest nişan kir ku, tekiliyên Amerîkayê û YPGê eşkere ne û wiha got: " Ji bo alîkariya çekên giran ya DYAyê ku dane YPGê eşkere dike ku heta demeke dirêj, rehetî û aramî dê neyê vê herêmê."

    "BILA PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ BIKE"
    Derbarê pêvajoya çareseriyê de jî, Ozilhanî herî dawî pêşniyar kir û got, divê pêvajoyeke nû wek pêvajoya çareseriyê dest pê bike.

    Wek tê zanîn, pêvajoya çareseriyê di Berfanbara 2012an de dest pê kiribû û nêzikî 2 salan berdewam kiribû

     

    Bi heman mijarî:

    20 kes bi tawana 'Pesnê PKKê dane' hatin desteserkirin
    Li Colemêrgê operasyon: '6 endamên PKKê jiyana xwe ji dest da'
    PEyê di rapora xwe de: Em PKKê şermezar dikin ku ew dîsa vegeriya tundiyê
    PKKê êrîşa li Amedê de hilgirt ser xwe
    Tê îdiakirin ku 7 endamên PKKê hatine kuştin
    Pisporê Polîtîkayên Ewlehiyê ê Tirk Yarar: Teqîna Amedê PKKê kir
    Sedî Pîre: Mafê PKKê tine li Herêma Kurdistanê hikûmraniyê bike
    Etîketan:
    TUSIAD, YPG, Tuncay Ozilhan, recep Tayyip Erdogan, DYA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de