14:57 27 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan û Jean-Claude Juncker

Erdogan li Brûkselê wê bi Juncker û Tusk re hevdîtinê pêk bîne

© REUTERS / Francois Lenoir
Tirkiye
Lînkê kurt
0 31

Li gorî nûçeya ajansa AFPê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan hefteya pêşiya me li Brûkselê wê bi Juncker û Tusk re hevdîtinekê pêk bîne.

Li gorî nûçeya ajansa AFPê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan hefteya pêşiya me li Brûkselê wê bi Juncker û Tusk re hevdîtinekê pêk bîneLi gorî nûçeya ajansa AFPê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hefteya pêşiya me roja pênçşemê li Brûkselê wê bi Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker û bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk re hevdîtinekê pêk bîne.

Li gorî plansaziyê Erdogan wê di 25ê Gulanê dema Zîrweya NATOyê de bi Juncker û Tusk re hevdîtinê pêk bîne.

Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyeyê Omer Çelik di 10ê Gulanê de piştî hevdîtina bi Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî yên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û Berpirsê Muzakereyên Firehbûna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn re gotibû: "Muhtemelên di çarçoveya Zîrweya NATOyê de Serokomar Erdogan li Brûkselê wê bi Jean-Claude Juncker û bi Donald Tusk re hevdîtinekê pêk bîne. Heke ev pêk were dibe em plana lidarxistina zîrweyekê bikin."

Bi heman mijarî:

Dîmenên ku Erdogan li xwepêşanderan temaşe dike belav bûn
Erdogan derbarê operasyona Raqayê de ji Amerîkayê re got: Bixêr be
HRF: Erdogan, tu ne bi xêr hatiyî
'Erdogan li hemberî eniya Amerîka-Rûs têk çû'
Erdogan: Ji YPGê êriş werin em ê qaîdeyên angajmanê pêk bînin
Etîketan:
NATO, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê, Serokê Komîsyona Ewropayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Donald Tusk, Jean-Claude Juncker, Recep Tayyip Erdogan, Ewropa, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de