05:47 22 Tîrmeh 2017
Zindî
    Rojnamevanê kurd Serdar Derwîş Mella li gel malbata xwe

    Li Stenbolê rojnamevanê kurd hat dersînorkirin

    © Sputnik. Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 28561

    Rojnamevanê kurd yê ji rojavayê Suriyê Sardar Mlla Drwish ku ew û malbata xwe li Mêrdin dijîn dema ji Hewlerê çû Stenbolê li balafirgehê hat rawestandin û hat dersînorkirin.

    Drwish diyar kir ku dema ew rawestandin polîsan pirsa têkiliyên Amerîka û kurdan kiriye. Drwishî got "Ez ji ber karê rojnamevaniyê û ji ber ku kurd im ez dersînor kirim."

    Rojnamevanê kurd Drwish dema ji Hewlerê ji bo karê xwe çû Stenbolê li balafirgehê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Drwish ji Spûtnîk Kurdistan re axivî û diyar kir ku bi sala ne li Suriyeyê û Tirkiyeyê rojnamaveniyê dike û 5 sal in ku li Tirkiyeyê bi awayekî yasayî dijî û ji aliyê fermî de ti pirsgirêk tune bû. Drwish anî ziman ku El-Monitor jî di nav de ji gelek ajans û radyoyan re xebitiye.

    ‘POLîSAN PIRSA TÊKILIYÊN AMERÎKA Û KURDAN KIR'

    Drwish anî ziman ku dema ji bo karê ji Hewlerê çû Stenbolê li balafirgehê ji aliyê polîsan ve hatiye rawestandin û wiha axivî: "Ez li balafirgehê rawestandim. Tenê ez rawestanbim te di got qey li benda min bûn. Her tiştê min ji mi girtin, telefona min vekirin û li facebooka mi nêrîn. Pirsa têkiliya kurdan û Amerîkayê ji min kirin û digotin ku tu kê nas dikî. Xuya bû ku ew kesên istixbaratê bûn. Min got, ez rojnamevan im û ez ji bo karê xwe tevdigerim. Piştre rapor şandin Enqereyê û dema bersiv hat gotin êdî tu nikarî li Tirkiyeyê bimînî. Ez dersînor kirim û ez şandim Hewlerê.

    ‘JI BER KARÊ ROJNAMEVANIYÊ EZ DERSÎNOR KIRIM'

    Drwish diyar kir ku ji xwe amadekarîya xwe dikir ku ew û malbata xwe biçin Fransayê. Drwish wiha berdewam kir: "Min amadekariya xwe dikir ku ez û malbata xwe herin Fransayê. Min ji wan re got, ez ê herim Fransayê lê destûr nedan. 2 seatan ez di nezaretxaneyê de rawestandim. Bi rastî jî li Tirkiyeyê rojnamevanî gelek zor û zehmet bûye. Ji ber karê rojnamevaniyê û ji ber ku ez kurd im ez dersînor kirim. Piştî ku ez dersînor kirim malbata mi jî hat."

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan derbarê operasyona Raqayê de ji Amerîkayê re got: Bixêr be
    Washington Post: Notek ji Erdogan û çeteyên wî re...
    'Erdogan li hemberî eniya Amerîka-Rûs têk çû'
    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'
    The Guradian: Erdogan destvala ji DYAyê vegeriya
    Etîketan:
    kurd, Hewlêr, Tirkiye, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de