06:45 22 Mijdar 2017
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    Li dijî rojnameya Sozcuyê operasyon: Biryara binçavkirina 4 kesan hat dayîn

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1710

    Li gorî zanyariyên berdest, li dijî rojnameya Sozcuyê operayon. Xwediyê rojnameyê jî di nav de ji bo 4 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.

    Îro berê sibehê li dijî rojnameya Sozcuyê bi tohmeta ku li ser navê FETO/PDYê sûc kirine operasyon hat li darxistin. Tê gotin xwediyê rojnameyê Burak Akbay jî di nav de derheqê 4 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

    Kesên ku biryara binçavkirina wan hatiye dayîn, ji Xeyrî xwediyê rojnameya Sozcuyê Burak Akbay Midûrê Berpirsyar ê Înternetê Melda Olgun, Midûrê Karên Malî yonca Kaleli û nûçegihan Gokmen Ula hene.

    UGUR DUNDAR: ROJA CEJNÊ OPERASYON

    Yek ji nivîskarê rojnameya Sozcuyê Ugur Dundar derbarê operasyonê de li ser medya civakî peyamek parve kir û got: "Dibêjin roja cejnê li rojnameya Sozcuyê binçavkirin hene! Ez rast diçim rojnameya xwe Sozcuyê. Heke Sozcu jî FETOyî be naxwe li Tirkiyeyê herkes FETOyî ye."

    Bi heman mijarî:

    22 filîstînî ji terefê Îsraîlê ve hatin binçavkirin
    Parlamenterê HDPê yê Êlihê hat binçavkirin
    Li Rihayê ji ber propagandeya medya civakî 12 kes hatin binçavkirin
    Parlamenterê AKPê yê berê ji endamtiya FETO hat binçavkirin
    Li Zanîngehê operasyon: 72 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Li dijî rojnameya Sozcuyê operasyon, Ugur Dundar, Gokmen Ula, Melda Olgun, Burak Akbay, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de