14:55 27 Gulan 2018
Polês, tîmên taybet, girtin, binçavkirin

Li Stenbolê operasyon: 12 kesên ku amadehiya çûna nav rêxistinê dikirin hatin girtin

© AP Photo / / Emre Tazegul
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Li Stenbolê di operasyona dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de 5 kes hatin binçavkirin û 12 biyaniyên ku amadehiya çûna herêmên şer dikirin hatin desteserkirin.

Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya Stenbolê li 4 navçeyên Silivri, Maltepe, Bagcilar û Gungorenê li hemberî kesên ku propaganda û peydekirina milîtanan ji bo rêxistina terorîst a DAIŞê dikirin li 6 navnîşanan operasyon li dar xistin.

Di operasyona hêzên ewlehî de polîsên tîmên taybet jî cih girtin û 5 kesên ku propaganda û milîtan ji rêxistinê re peyde dikirin hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyan, di dema operasyonê de 12 kesên biyanî ku amadehiya çûna herêma şer û pevçûnê dikirin hatin desteserkirin.

Bi heman mijarî:

Li Mûsilê êrişa xwekujî: 9 polîs hatin kuştin
Li Midûriyeta Ewlehî operasyon: 9 hezar û 103 polîs ji kar hatin dûrxistin
Wezareta Navxweyî ya Fransayê: Bi taybetî polîs kirin armanc
Parlamenterê HDPê Firat: Walî, qeymeqam, leşker û polîs hemû ji bo dengê 'erê' xebitîn
Li Stenbolê di referandumê de wê 33 hezar polîs wezîfe bikin
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya Stenbolê, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de