05:39 25 Îlon 2017
Zindî
    Afîşa Abdullah Ocalan

    Nivîskar tirk: Diyar e bi Ocalan re danûstandineke asta wê em nizanin didome

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 18813

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Mehmet Yilmaz, li ser nivîseke nivîskarê heman rojnameyê Abdulkadîr Selvî ya ser gotinên Serokê PKKê Abdullah Ocalan ê ku li girtîgeha girava Îmralîyê girtî ye, nivîsek nivîsand.

    Yilmaz bal kişand ser gotinên Selvî yên derbarê nêrînên Ocalan li ser encamên referandûmê, geşedanên li Sûriyê û pêvajoya xendekan û got, ‘Gelo kî bi Ocalan re dipeyîve?'.

    'HIKÛMET ÇAWA JI NÊRÎNÊN OCALAN HAYDAR BÛYE?'

    Nivîskar Yilmaz wiha nivîsand: "Bi qasî em dizanin Abdullah Ocalan niha di girtîgeheke çar alîyên wê bi deryayê dorpêçkirî de ye. Parêzerên wî jî tê de ti kes pê re hevdîtinê nake, yan jî hevdîtin nayên kirin. Gelo di rewşeke wiha de, hikûmet çawa ji nêrînên Ocalan ên derbarê Sûriyê û siyaseta PKKê ya xendekan de haydar bûye? Diyar e bi Ocalan re danûstandineke ku em asta wê nizanin tê berdewamkirin."

    'ECÊB E KU HDPYÎ GIRTÎ NE Û BI OCALAN RE JÎ DANÛSTANDIN DIDOME?'

    Yilmaz herwiha pirs kir: ‘Gelo ji ev we re jî ecêb nayê ku hem parlamanteran hilbijartî yên HDPê û şaredarên bajaran hatine girtin hem jî bi Ocalan re danûstandin têne domandin?'

    LI GOR SELVÎ DIBE KU PAYÎZÊ PÊŞÎYA HDPÊ VEBE

    Yilmaz di nivîsa xwe de diyar kir, "Di nivîsa Selvî de ev jî heye: Li gor tabloya demsala payîzê dibe ku rewşa HDPyîyan ji nû ve were nirxandin. Heke rewş ber bi başîyê ve biçe, dibe ku pêşîya wan vebe, yan jî tam berevajî bibe."

     

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Vekişîna leşkerên Almanî bi Încirlîkê tenê sînordar nabe
    Lavrov di hevdîtina Jagland de li ser gotinên Trump henek kir
    Ozerov: Divê êrîşa hevpeymanîyê ya ser Sûriyê bibe mijara sereke ya Cenevê
    'Leşkeran gule reşand ser bizinan: 70 bizin telef bûn'
    Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de derîyekî din vedibe
    20 kes bi tawana 'Pesnê PKKê dane' hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de